Stranên Hozan Dilgeş yên “Li Mêrdînê li Bagokê”, “Biçûkê Canê” jî ji wan stranên wî yên bi nav û deng in. Albumên “Muxtaro”, “Ez û Yar”, “Gola Wanê”, “Heval Mazlûm”, “Pale”, “Biçûkê Canê” çend ji albumên wî ne.

Bi pêşengtiya Partiya Karkerên Kurdistan li Bakurê Kurdistanê di wan salan de ku hişyarbûna gelê Kurd a li dijî dewleta Tirk geş dibû, bi deng û stranên xwe Hozan Dilgeş li ser zimanê her Kurdî bû. Stranên wî li seranserê Kurdistanê û her devera Kurd lê, belav bûn. Hozan Dilgeş beriya bi 3 salan weke îro wefat kir.

Hozan Dilgeş sala 1952´yan li gundê Fisqînê yê ser bi navçeya Mêrdînê Nisêbînê ji dayik bû. Ew kurê Pîr Nahroz e û weke Êzîdiyekî kurê pîr ew jî pîr e, yan jî ji pîran e. Ew yek ji heft birayan e û 5 xwîşkên wî hene. Li gundê xwe yê nîv Misilman û nîv Êzîdî bêyî pirsgirêkên dînî mezin dibe. Dilgeş 14 salî dest bi huner dike û bi xwe hînî lêxistana tembûrê dibe. Hozan Dilgeş piştî salên 2000´î bi awayekçî çalak huner nekiribe jî her dilê wî ji bo huner û şoreşê lê dida. Hozan Dilgeş ji neçarî ji 15´ê Îlona 1979´an û pêve li sirgûnê, li Elmanyayê dimîne heta roja kiras diguhere.

Bû dengê têkoşîna azadiyê

Dilgeş bi stranên xwe dagirkerên li her çar parçeyê Kurdistanê didan ber mizraba xwe û li bin guhê têlên dilê gelê Kurd dixist. Awazen wî her ji bo mêhtingeran xwedî peyam û ji bo gelê Kurd jî tije şîret bûn. Gotinên strana wî ya ‘lêxe gerîlla lêxe’ hîn jî di çalakiyan de bi hêrsa gel bilind dibe ku di vê strana xwe de bang li têkoşeran dikir û digot, “Lêxe gerîla lêxe, agirê şoreşê pêxe / fîşekan li keleşê xe kedxwaran li bin erdê xe… gerîla û partîzan tevde lêxin wek şêran…Ev dem dema karkeran dijmin revî ji meydan…”

Di demên wê zilma dewletê de ku bi hevkarî û bi destê muxtaran dihat kirin, bêdeng nedima, her çiqas bêhêvî jî bû ji bo kesên xwefiroş bi dengê xwe yê dawidî hişyarî dida muxtaran: “Go cunta bavê te bî, tang û tifing bi te re bî / ne dûr nêzîk tê geber bî / kes nabê wey rehmet li te bî / muxtaro lo muxtaro mohra muxtar lê bû maro…“

9 Albûm li pey xwe hiştin

Ozan Dilgeş di sala 1978’an de albuma xwe ya destpêkê derxist. Di vê kaseta xwe da rewşa bindestiya gelê Kurd tîne ziman û dibêje: “Ma qey bindestî para me ye.” Di sala 1979’an de albuma xwe ya 2. derdixe û banga şer li dijî bindestiyê dike û dibêje; “Here şoreşê here kurê min / li te helal be şîrê berê min.” Kaseta xwe ya siyan di sala 1980´yî de çêdike û di vir de bala gel dikşîne ser Rojhilatê Kurdistanê ku di bindestê Xumeynî de dinale û dibêje, “Xum xum xumeynî, tu xwîna Kurda dimijî.” Di kaseta xwe a çaran de ku sala 1981´ê de derxistiye, terora cuntaya 12 Îlonê li Bakurê Kurdistanê şermezar dike û banga xwe bi agirê Newrozê dike “Newroz e Newroz e cejna Kurdan e / Birano cejna we pîroz be.” Hozan Dilgeş şerê Gelê kurd li dijî zordestiyê wek doza proleterya li dijî kapîtalîzmê dinirxîne. Piştî vê bi du salan albuma xwe ya pêncan derdixe. Di vê de jî bang li karkeran dike û dibêje: “Ey karker û proleter tu dixebitî şev û roj / dunya li pişta te ye tu çima birçî ye lo şev û roj.”

Ozan Dilgeş bi gelek stranên xwe yên din jî cihekî taybet di dilê gelê Kurd de girt. Bi temamî 9 albûm derxistin. Stranên wî yên “Li Mêrdînê li Bagokê”, “Biçûkê Canê” jî ji wan stranên wî yên bi nav û deng in. Albumên “Muxtaro”, “Ez û Yar”, “Gola Wanê”, “Heval Mazlûm”, “Pale”, “Biçûkê Canê” çend ji albumên wî ne.

Dema xebatên HUNERKOM’ê

Bi destpêkirina şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê, bandora xwe li hunerê Dilgeş jî dike. Dilgeş kaseta xwe a şeşan heftan, heştan û nehan (1986-1990) bi alîkariya HUNERKOM´ê çêdike û dîsa banga xebatê dike û bibîranîna şehîdan tîne ziman. Hozan Dilgeş di helbestên xwe de bala gel dikşîne ser îdeolojî û felsefeya nû ku Gelê kurd pê dimeşe û li ser serokê neteweyî dibêje, “Serokê gelemperî / Xweş rêzan û rêberî / qehremanê Kurdistan tu çira, find û fenerî.” Di vê kaseta xwe de Hozan Dilgeş dîsa bibîranîna şehîdan û buyerên dawî jî dike mijara stranên xwe.

Strana Biçûkê Canê ku wê li albûma xwe ya sala 1990´î bikira wî ji bo Qirkirina Helebce nivîsîbû. Wî ji Erkan Gulbahçe re ji bo vê stranê wê bigota, “Min Biçûkê Canê ji bo Helebce çêkir. Gava mirov li elaqeyê dinihêre, mirov dikare bibêje, peyam gihişt cihê xwe. Herçî newa ye, ew îro jî aktuel e. Li Rojhilata Navîn îro jî zarok dimirin.”

Bang li Êzîdiyan kiribû

Tenduristiya Hozan Dilgeş ê Kurdan piştî salaên 2000´î êdî destûr nedayê ku bi huner weke berê dakeve. Nexweşiya şekir a giran pê re peyda bûbû. Ji ber nexweşiyê endamên laşên wê hatin birrîn. Piştî emeliyata ku lingên wî di bin çongên wî re hat birrîn. Di vê rewşa xwe de jî wî xweziya xwe di roportaja xwe ya di rojnameya me de wiha tanî ziman: “Serê min mişt kilam in. Bi dehan kilamên ku min ji bo Şoreşa Rojava, Kobanê û Şengalê nivîsandî hene. Lê vê mîrata nexweşiyê nehişt ku ez bistrêm.” Lê wî ew stran negotin û beriya wê wefat kir.

Piştî Fermana 3´yê Tebaxa 2014´an a li Şengalê, hevalê me Erkan Gulbehçe pê re peyivî bû hingê wî ev bang li Êzîdiyan kiribû: “Heger 5 gerîlayên PKK’ê nebûna wê li Şengalê qetlîam hîna mezintir bûna. Êzîdiyên Şengalê dibêjin, heger gerîla nebûya li Şengalê em ê hemû bihatana kuştin. Gelê Êzîdî lazim e li dor PKK’ê kom bibe. Ji ber ku xilasî bi felsefeya PKK’ê ye. Heger Kurdên Êzîdî bi PKK’ê rizgar nebin, bi ti partî û rêxistinên din rizgar nabin. Piştî hevqas tecrûbe û serpêhatî pêwîst e Êzîdî xwe nas bikin.”

Hozan Dilgeş ji ber nexweşiyê sala 2017´an şeva 11´ê Adarê diqulibî 12´ê Adarê li nexweşxaneya bajarê Elmanyayê Bielefeldê xatir ji vê dinya gewrik xwest û kiras guherî.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN

* Ev nivîs bi alîkariya nivîseke Argeş Kehnîhejîrî ya 13´ê Adara 2017´an di rojnameya me de weşandî hatiye amadekirin.

 
 

Dilgeş navek çêkir

   

Hevrêyê nemir Hozan Dilgeş, Hozan Seyîdxan li ser Dilgeş piştî wefata wî got, “Hozan Dilgeş di bin bandora şoreşê de bi qasî 40 salan stran digotin. Stranên wî her li ser şoreşê, azadiyê, li dijî kedxwarî û mêhtîngeriyê bûn. Ew bi hunerê xwe bûbû dengê şoreşê û her ew deng bilind dikir. Di bin sîwanê vê kesayatê de Dilgeş navek çêkir. Bi deng, stran, huner û sekna xwe ji gelek nifşan re jî bû mînakeke balkêş. Nexasim jî bi starenên xwe yên berxwedêr, Dilgeşek hat naskirin.“

‘Min cara yekemîn ji wî bihîstin’

Hozan Comert jî ji bo Hozana Dilgeş got, “Min di destpêkê de stranên neteweyî ji Hozan Dilgeş bihîstin. Di salên 70’yî de ji aliyê stranên şoreşgerî, neteweyî, siyasî ve ji kêm dengên bi rengê bêtirs bû. Beriya ku Tevgera Azadiyê belav bibe wî di nav tevgerên cuda yên ji bo Kurdistanê de cihê xwe girtibû. Wexta navê Kurd û Kurdistan di xewnê şevan de jî nebû, Dilgeş hebû û her bi êş, têkoşîna gelê xwe distrand. Ew deng û awazê gelê Kurd bû.

Dilgeş hunermendekî rewşenbîr bû

Kakşar Oremar jî ji bo Hozan Dilgeş ji rojnameya me re wiha nivîandibû: “Di wan salan da ku dengê Kurdan di qirika wan da hatibû fetisandin, dengekî germ û zelal di nava Kurdên belengaz û bindest de belav bû ku dilê herkesî xweş dikir.

Ew deng, dengê hunermend Dilgeş bû. Li bakurê Kurdistanê hunermend Dilgeş yek ji wan kesan bû ku hertim bi saz û dengê xwe di têkoşana ji bo doza Kurdatiyê de xebat kiriye.

Di berhemên Dilgeş da rewşenbîriya siyasî-civakî baş tê ber çavan. Ji ber wê jî mirov rehet dikare bêje ku Dilgeş hunermendekî rewşenbîr û wêjeya Kurdî jî baş dinasî.”