
Helbestkarê Kurd û nivîskarê rojnameya me Arjen Arî di 30’ê Cotmeha 2012’an de ji ber nexweşiya kambax a penceşêrê pir bêwext wekî ku henekekê bike ji nav me konê xwe bar kir û çû ser dilovaniya xwe. Di sêyemîn salvegera wefata Arî de helbestkarê nemir bi çalakiyên cihêreng ve ji aliyê hezkiriyên xwe ve tê bibîranîn.
Di bîranînan de dost û hevalên Arî bi helbestên wî yên ku her peyvên wan ji kaniya Kurdî devedev av vexwarine wî bi bîr anîn û tînin. Ariyê nemir helbestên xwe wekî şûrê ji kalan kişandî li hemberî bindestiyê bi kar anî. Êş û azarên gelê Kurd bi helbestên wî bûn guleya ku ji devê tifinga serhildanê hat teqandin li rûyê dagirkeran. Belkî jî ji ber vê sedemê helbestên wî bûn stran.
‘Mihemedo’ û ‘Heyrano’ bi peyvên wî yên efsûnî çeka serhildanê hildan û rext li nava xwe girêdan. ‘Cûdiyê Mirada’ û ‘Herekolê’ ku em çiqas serê xwe rabikin jî ew ê bilindtir be, bi helbestên Arî li ber dilê şîrîntir bûn. Arî ku ji nijada serhildêran û berxwedêran bû bi helbestên xwe ve tim xwest ku ‘bîr’eke civakî ava bike.
Jibîr nekir, nehat jibîr kirin
Arî 33 salên qut û gilover di riya helbestkariya Kurdî de alaya Kurdî her tim li ba kir. Arî her tim li hemberî ‘jibîrkirinê’ helbestên xwe tûjtir kir. Ariyê nemir di hevpeyvîneke xwe de têkildarî jibîrkirinê vê digot: “Jibîrkirin dûrketina kes û civakê ya ji xwe ye. Jibîrnekirin jî pevgirêdana rabirdû û dahatûyê ye. Ji ber hindê, bi helbestekê be jî min xwestiye/dixwazim ‘bîrê’ hilgirim siberojê, da bibe destikê vekirina qapaxa bîra li ber xitimandinê. Min xwest ez her tim bi ‘bîr’ bim, bi ‘bîr’ bînim, xîtabî ‘bîrê’ bikim.
Helbesta yekem
Arjen Arî di sala 1956’an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûbû. Arî ji sala 1976’an û vir ve bû ku bi pênûsa xwe ya ter û ciwan helbest dinivîsî. Helbesta wî ya yekem di sala 1979’an de di kovara Tîrêj de hat weşandin. Helbestvanê gewre yê Kurd Berken Bereh serpêhatiya Arjen a bi Tîrêjê re di hejmara 32’yemîn a Kovara W’ê de wiha tîne ziman: “Tîrêja ku xwedî temenekî pir kurt e –çar hejmar- jî di kovargerî û wêjeya Kurdî de xwedî nav û dengekî bilind û pîroz e. Lew, Tîrêjê û nivîskarên wê piştî bi dehan salan ku dagirkeran bi programên bişavtin û her cure çekên xwe Kurd û wêjeya Kurdî xistibûn bin nîrekî zor dijwar, serî hildan û xwestin vê çarşeva reş biçirînin û keleha zilmê bi hêza peyvê birûxînin. Helbest di Tîrêjê de xwedî cihekî resen bû û heta îro jî helbestvanên wê, di qada helbesta Kurdî de xwedî nirx û rûmeteke giranbuha ne. Yek ji van helbestvanan Arjen Arî ye ku di “tekiyeya helbestê” de wekî derwêşekî tevdigere û dixwaze deng û rengê wê ragihîne her Kurdî/ê.”
Piştî wê helbestên Arî di kovar û weşanên wekî Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, W, Peyv, Nûbûn û Karwanê de hatin weşandin. Di sala 1992’yan de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat. Ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê ve li Amedê dijiya. Arî heta niha li dor deh pirtûk pêşkêşî pirtûkxaneyên Kurdî kiribû û bi nivîsên xwe jî di kovar û rojnameyên Kurdî de cih digirt.
Erxewana Arjen
Arî demekê di nav rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih girt, endamê komeleyê bû. Di helbestên xwe de wekî têgîn têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê bi zimanekî şanaz û hoste bi kar dianî. Di helbestên wî de ligel têkoşîna gelê Kurd her wiha dab û nêrîtên Kurdan, xwarinên li ser sifraya Kurdan û kurt û kurmancî bi evîndarî jiyana Kurdewar li helbestên xwe dikir mêvan.
Helbetkarê gewre Arî berî ku bi vê nexweşiya kambax bikeve jî di rûpela wêjeyê ya Azadiya Welat de di quncikê xwe yê bi navê ‘Erxewan’ de her roja înê nivîsên li ser wêjeyê ku her yek di tahma mewij û dimsa torê de bûn dinivîsî û bi evîndarî û di rojnameya me Yenî Ozgur Polîtîkayê de jî dinivîsî.
Lêgerîna bêmirinê
Mîrê helbesta Kurdî Arjen Arî li Edeneyê dema tedawî didît, berî wî hildin beşa lênêrînê di anekdoteke ku nivîsîbû de wiha behsa nemirbûnê dikir: “Her nivîskar, wekî ku di destana Gilgamêşê de tê vegotin nade dû nemirbûnê. Ji bo helbestkarek an jî nivîskarek bidestxistina dermanê nemirbûnê hem gelek zehmet û ew çend jî hêsan e. Berhemek heke ku bûbe malê dîrokê û bûbe meqeseke zengariya demê tu hêzeke nikare wê ji holê rabike. Heke ew behrem di nav newalên dîrokê ya jibîrkirinê de hatibe hiştin jî, naxêr tu carî nayê jibîrkirin. Ji ber vê sedemê ye ku her nivîskar ligel keda xwe ya ji bo wêjeyê dide her wiha bi berhemên xwe yên nemir ve nemir dibe! Ji ber vê yekê ye ku nemirbûna Xanî ji Mem û Zîn, ya Uryan ji Rubaiyên wî, ya Melayê Cizîrê jî ji Dîwana wî tê nemirbûna wî…”
Pirtûkên wî
Helbestvan Arjen Arî jî da dû şopa wan edîbên nemir û ji bo pirtûkxaneya Kurdî li dû xwe gelek helbest, çîrokên rasteqîn, cerebe hiştin. Arî jî dabû pey şopa nemirbûnê ku em vê lêgerînê îro roj jî di pirtûkên wî yên bi navê ‘Ev Çiya Rûspî ne’, ‘Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî’, ‘Destana Kawa’, ‘Şêrgele’, ‘Çil Çarîn’, ‘Gorî û Bindest’, ‘Kulîlkên Be’îvan’, ‘Payîza Peyvê’, ‘Eroûtîka’, ‘Bîhoka Li Pişt Sînor’, ‘Bakurê Helbestê’ vde bi awayekî zelal dibînin.
Helbetskarê nemir Arjen Arî dema ku bi vê nexweşiya kambax jî ket çi li nexweşxaneyên lê tedawî didît çi jî li malê tu carî pênûs ji destê xwe berneda û da dû peyvên efsûnî yên zimanê şîrîn ê Kurdî.
Projeyên nîvcomayî
Arjen Arî di hevpevîna xwe ya di hejmara 32’yan a Kovara W’ê de ku heman hejmar mijara dosyaya xwe li ser wî amade kiribû de behsa projeyên xwe yên ku dixwest wan bigihîne encamê jî dikir. Arî di wê hevpeyvînê de têkildarî projeyên digot ku ew ê quncika wî ya di rojnameya me Azadiya Welat de bidome û ev tişt gotibû: “Min soz daye, soza helbestkaran jî, wekî mehra filahan e! Niha li ser du tiştan mijûl dibim, yek jê ew e ya ku min nav lê kiriye ‘Xame Sihurî Kaxiz Hişyar Ma’ ji nav 2 hezar rûpel gotarên xwe dixwazim bi qasî 500 – 600 rûpelan jê amade bikim. Li hêla din Bakurê Helbestê ji bo çapa wê ya li Bakur min amade kir, 58 helbestkar in… Ji bilî van mijûliyan, du xebat li ber destên min hene. Xwedê emir bide û derfeta min hebe, xebata xwe ya li ser helbesta Cegerxwîn dixwazim biqedînim… Berhemeke din heye bi navê ‘Rojnûska Serhildana Şêx’ ev kronolojiya Serhildana Şêx Seîd e, bi devê Şêx em dibin şahidê serhildanê. Ev ne helbest e, ne çîrok e, ne jî roman e. Ev jî xebateke min a xweser e.”
Ariyê gorbihuşt li dû xwe gelek helbest, gotar, pexşan û çîrokên rasteqîn ên wekî jiyan xwe hiştin. Arî dê bi van berhemên xwe ve tim bijî.
Ev Çiya Rûspî Ne
Di qada şer de pişta me
negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr...
Her yek Şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l’bejnê qerisî,
qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l’lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
Şer dîne, şervan dîne
Çarmêrkî rûniştî di bin
berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan,
Kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!