KCK: Derba herî mezin a têkçûnê li Kobanê xwar. Bi têkçûna li Kobanê re DAIŞ serberjêr bû. Çawa ku berxwedana Stalingradê di Şerê Cîhanê yê Duyê de çarenûsa şerî guhert, berxwedana Kobanê jî rê li ber pêvajoya têkbirina DAIŞ’ê vekir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî serketina gel û şervanên QSD´ê ya li dijî DAIŞ‘ê silav kir û ew pîroz kirin. KCK’ê diyar kir ku DAIŞ ji aliyê sîstema siyasî û xeta îdeolojîk a ku jiyaneke biratî, demokratîk û azad afirandiye, hatiye têkbirin: “Çeteyeke ku kiribûn bela serê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, bi rêbazên herî wehşî bi sed hezaran mirov kuştin, birîndar kirin û seqet hiştin. ‘Xîlafet’a ku vê çeteyê ava kir û serdestiya wê ya li Sûriyeyê 23’ê Adarê ji holê hatin rakirin. Em şervan û gelên rê li ber vê serketinê vekirî bi rêzdarî silav dikin, serketina wan pîroz dikin. Di serî de Kurd, gelên demokrasî û azadîxwaz DAIŞ têk bir. Bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ku li Sûriyeyê Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryaniyan, Tirkmenan û gelên din ava kir, herêmên di destê DAIŞ’ê de hemû hatin rizgarkirin.”

Derba herî mezin li Kobanê xwar

Hevserokatiya KCK’ê di dewamê de balkişand ser têkoşîna şervanên azadiyê ya li dijî çeteyan û got, “DAIŞ‘ê derba destpêkê ya têkçûnê li Şengal û Mexmûrê xwar. Êrişa qirrkirinê ya li Şengalê û hewldana ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê hate astengkirin. Derba herî mezin a têkçûnê li Kobanê xwar. Bi têkçûna li Kobanê re DAIŞ serberjêr bû. Çawa ku berxwedana Stalingradê di Şerê Cîhanê yê Duyê de çarenûsa şerî guhert, berxwedana Kobanê jî rê li ber pêvajoya têkbirina DAIŞ‘ê vekir. Di dema berxwedana Kobanê de gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîşan da ku ew piştevanê herî mezin ê berxwedana Kobanê ne. Ya ku DAIŞ bi esasî têk bir, yekbûn û têkoşîna mirovahiyê ya li dora berxwedana Kobanê bû.”

Şoreş bû şoreşa jinê

KCK´ê îşaret bi serketina şoreşa demokratîk a li Rojava û jiyana bi rengê azad, biratî û bi hev re ya gelên cuda, kir û got, “Şoreşa rojava di nava şer û kaosa Rojhilata Navîn de veguherî qadeke demokrasiyê. Ev yek li ser bingeha xeta siyasî û îdeolojîk a Rêber Apo pêk hatiye. Gelên Ereb, Suryan, Tirkmen, Çeçen û Ermen bi Kurdan re bûn neteweyeke demokratîk û bi ser ketin. Berxwedana gelê Kurd a li dijî DAIŞ’ê û hemû êrişan li ser bingeha civaka demokratîk a rêxistinbûyî û azadîparêziya jinê hate kirin, lewma ev şoreş di heman demê de bû şoreşa jinê. Ciwan û gelê Ereb ku DAIŞ’ê xwe dispart wan, cihê xwe di nava vê têkoşînê de girt û di têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke girîng rabûn.”

Mirovahiya azad biafirînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna ji niha û pê ve û got, “Heger li dijî çete û rêxistinên mîna DAIŞ’ê yên li derveyî mirovahiyê têkoşîneke rast a îdeolojîk û bi bandor neyê kirin, têkoşîna jiyana azad û demokratîk neyê kirin, ne pêkan e ku pêşî li rêxistinên wiha bê girtin. Li ser vî esasî, em bang li mirovahiyê û gelan hemûyan dikin ku li dijî zîhniyet û rêxistinên mîna DAIŞ, El Nûsra, AKP-MHP’ê, li ser xeta civaka demokatîk a rêxistinbûyî ya azadîparêziya jinê û neteweya demokratîk, têkoşîna azadî û demokrasiyê mezin bikin û Rojhilata Navîn a Demokratîk û mirovahiya azad biafirînin.”

 

ANF/BEHDÎNAN