
Li Helebê pîrozbahî
Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya 2’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek li darxistin. Bi hezaran welatiyên taxa Şêxmeqsûd li qada şahiyê kom bûn. Şahî bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê kordinasyona TEV-DEM’ê Dîlan koçer axaftinek kir. Koçer di berdewama axavtina xwe de got ku rizgarkirina bajarên rojava bi projeya Rêveberiya Xweseriya demoratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, mezin bû û bi berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate avakirin. Piştre komên beşdarî şahiyê bibûn, stran û şanoyên xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahiya bi wesaîtan
Li bajarê Bodeaux ê Fransayê Kurdan salvegera şoreşa Rojava bi tûra ji 50 wesayîtan a li navenda bajêr pîroz kirin. Kurdên ku danê êvarê hatin cem hev, li wesaîtên xwe siwar bûn û bi hev re li navenda bajêr geriyan. Çalakgeran li wesayîtên xwe pankarta bi nivîsa "Em Şoreşa Rojava silav dikin" û "Em êrîşên li dijî gelê Rojava şermezar dikin" ên bi zimanê Fransî nivîsandî, daliqandin. Di çalakiyê de gelek al û poster jî hatin vekirin. Çalakiya ku nêzî saetekê dewam kir, bi mîtîngeke kurt bi dawî bû.
Li Marsîlyayê ciwan meşiyan
Meclîsa Ciwanan a Mahsûn Çayan a Marsîlyayê, bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava meşek lidar xist. Ciwanên li Marginane hatin cem hev bi dirûşma "Kobanê rûmeta me ye, emê rûmeta xwe tu carî binpê nekin" meşek pêk anîn. Ciwanan li meydana bajêr pankarta bi nivîsa "Ciwanên Kurd xwedî li berxwedana bi rûmet a Rojava derdikevin" dest bi meşê kirin û slogan qêriyan. Meş piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, bi dawî bû.
Ciwanan pîroz kir
Ciwanên Kurd yên li Swîsreyê dijîn bi armanca pîrozkirina 2. salvegera şoreşa Roajva û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, çalakiyek lidar xistin. Komek ji ciwanan a navê 'Însiyatîfa Ciwanên Apoyî' li xwe kir li bajarê Zurichê, ji ber navenda bazarê ya Globus a li navenda bajêr heta Stasyona Navendî meşiya. Ciwanan li Stasyona Navendî çalakiyeke dagirkirinê pêk anîn. Ciwanan pankarta bi nivîsa "YPG/YPJ li ber xwe didin, DAIŞ direve" vekirin û slogan qêriyan. Ciwanan piştî çalakiya rûniştinê belav bûn.
Li Swêdê civîna gel
2. salvegera şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê, li bajarê Swêdê Uppsalayê bi çalakiyekê hat silavkirin û piştgirî ji gelê Rojava yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê li ber xwe dide, hat dayîn. Salona pîrozbahiyê bi wêneyên cangoriyên YPG/YPJ'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî axaftina vekirinê kir û diyar kir ku şoreşa Rojava çarenûsa gelê Kurd guhertiye û destnîşan kir ku gelê Rojava yê beriya niha bi du salan rabû ser piyan û herêmên xwe azad kir, dîrok nivîsand. Hunermendên Kurd Armanc, Sîdar Yîgît, Dilo Dogan, Xegro Mele, Cemîla Pîrî derketin pêşberî beşdaran û hunera xwe pêşkêş kirin.
LI Moskovayê jî hat pîrozkirin.
2. salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li navçeya Nagînsk a Moskowê bi konserekê hat pîrozkirin. Di konserê de êrîşên DAIŞ'ê jî hatin şermezarkirin. Konser li Mala Çand û Hunerê ya Gluxovo hat li darxistin ji Moskowê jî gelek Kurdistanî beşdar bûn. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku tekoşîn û xebatên gelê Rojava vedibêje hat nîşandan. Di konserê de Cîgira Wezîrê Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê, Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Ferderasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev, nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Rûsyayê Abdûlselam Mihemed Elî û gelek rayedarên din amade bûn. Piştî axaftinan Hunermend Berfîn Mamedova, Bermal Çem, Celal Amed, Lîl neGGa, Mirze Axa, koma ciwanê Rojava û hunermendê heremî derketin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN