
Newroz li Fransa, Elmanya, Romanya, Îtalya, Awûstralya û Swêdê hat pîrozkirin.
SARREGÛEMÎNES: Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrg, Saînt Avold, Metz, Nancy û Mulhoûse yên Fransayê dijîn, cejna vejînê Newroz bi şevekê pîroz kirin. Pîrozbahî li bajarê Sarregûemînesê pêk hat û ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Jinê ve hat organîzekirin. Zêdeyî hezar Kurd, Tirkiyeyî û Fransayî beşdarî şevê bûn. Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş, nûnerê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Jacqûes Marchal û nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) axivîn. Di şevê de peyamên PCF, TJK-E û Ciwanên Azad jî hatin xwendin. Hunermend Farqîn, Kewê, Hasan Yildiz, Ahmet, Koroya Zarokan a Saînt Avold, Koma Tembûrê ya Saînt Avold û Koma Govendê ya Strasboûrgê derketin ser dikê.
Pîrozbahiyê, bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.
DRAGÛÎGNAN:Newroz li bajarê Dragûîgnan ê li Başûrê Fransayê jî bi şevekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de siyasetmedarê Kurd Osman Îbrahîm axivî û diyar kir, agirê berxwedanê yê li Kurdistanê bi xeta Mazlûm Dogan û Zîlanan li çar parçeyên Kurdistanê pêşengiyê dike. Di şevê de Hozan Şemdîn, Dilovan û Sosin derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
KONSTANZ: Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Konstanz ê Elmanyayê ji aliyê PYD’ê ve hat organîzekirin û bi qasî 700 kes tevlî bûn. Hozan Sîmar, Berbang, Alî Gavan û Koma Can Welat di şevê de derketin ser dikê.
BUKREŞ: Şeva ku bi qasî 500 kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Siyasetmedarê Kurd Firat Ak li vir peyivî û qala girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd kir. Hozan Armanc, Gulseher û Bangîn Agirî di şevê de derketin ser dikê.
ROMA: Pîrozbahiyên li Romayê ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Araratê ve hatin organîzekirin. Di destpêkê de roja 21’ê Adarê meşale hat vêxistin, di 24’ê Adarê de sînevîzyon hat nîşandan û di 25’ê Adarê de jî agirê Newrozê hat dadan. Ji KCDK-E Mûrat Ceylan li vir axivî. Hunermend Xemgîn Bîraht, Denîz Deman, Mûbîn Dunen jî hunera xwe pêşkêş kirin.
MELBOÛRNE: Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî, li Parka Cobûrg Golû festîvala Newrozê hate lidarxistin. Festîval ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Vîctorîa ve hat organîzekirin. Piştî ku Newrozan agirê Newrozê da dan, Şaredara Morelandê Helen Davîdson, Encûmena Şaredariya Morelandê Sûe Bolton, Parlamenterên Partiya Karker Peter Xhalîl, Davîd Feeney, Lîzzîe Blandthorn, lîderê Partiya Keskan ê Vîctorîa senator Greg Barber, Serokê Konseya Civakên Etnîk Eddîe Mîcallef cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin û gotin, ew ê her tim piştgiriyê bidin gelê Kurd.
GOTEBORG: Newroz li bajarê Goteborg ê Swêdê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan, hunermend Nûarîn, Diyar Dersîm, Kawa Ûrmiye û Farzîn derketin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN