Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Înstîtuta Kurdî ya li Elmanyayê işaret bi xeteriyên li ser zimanê Kurdî kirin û bang li hemû Kurdan kirin ku bi seferberiyeke giştî xwedî li zimanê xwe derkevin û li hemû warên jiyanê bi kar bînin. Komîsyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNK’ê û Înstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Elmanyayê, bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyam dan û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Xetereyên li ser zimanê Kurdî KNK’ê îşaret bi xetereyên li ser zimanê Kurdî kir û derheqa vê yekê de got, “Her çiqas ji ber xurtbûn û berxwedêriya Zimanê Kurdî û têkoşîna Kurdan a bêhempa, pêşî li hin xetereyên tinekirina zimên werin girtin jî, lê îro em dibînin li Bakurê Kurdistanê, li metropolên dagirkeran û li diyasporayê hê xetereyên mezin li pêşiya zimanê me hene û ji holê ranebûne. Ji van xetereyan yek jî otoasîmîlasyon e. Li van qadên ku me bi nav kirine, êrişên mezin ên cûr bi cûr li ser Zimanê Kurdî hene. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê ji ber êrîşên faşîzan ên Dewleta Tirk a ku di bin fermandarî û desthilatdariya AKP´ê de tê birêvebirin, hemû sazî, komel, çapemenî û dezgehên li ser Zimanê Kurdî bi sînor be jî, dixebitîn, hatin girtin û berpirsên wan hatin zîndanîkirin. Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî êdî nikare bêhna xwe jî vede.” Banga seferberiyê Di dewama daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, ji bo zimanê Kurdî ji destê wan neçe, ew banga seferberiyeke giştî dikin û wiha pê de çû:”Ji hemû Kurdan daxwaz dikin ku bila li zimanê xwe xwedî derkevin. Bila zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin. Eger zimanek di serî de di qada perwerdeyê de bi cih nebe, di qada siyasî, hemû qadên aborî, bazirganî, çand û heunerî de neyê bikaranîn û di nava hemû çîn û qatên civakî de belav nebe, ew ziman bi mirinê re rûbirû dimîne.” Divê mirov wî zimanî biparêze Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê ya li Elmanyayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî cejna zimanê Kurdî pîroz kir û got, “Pîrozkirina cejna zimanekî helbet pirr girîng e. Lê, pîrozkirin tenê têrê nake. Divê mirov wî zimanî biparêze, bi pêş ve bibe û wî bigihîjîne gel, da ku ew ziman karibe bijî.” NAVENDA NÛÇEYAN