Înternasyonalîstên ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji Luksembûrgê ber bi Strasbourgê ve dimeşin, bi xwendina peyama KCK’ê doh dest bi roja sêyemîn kir. Meş îro jî bi coş dewam dike. Doh meşvanên baskê Mannheimê jî ji ber rêbirriya polîsê dewleta Elman, neçar man tevlî vî baskî bibe û meşa xwe dewam bike.
Piştî ku peyama KCK’ê ya ji bo meşên dirêj ên hemû baskan, ango yên ji Mannheim, Basel û Luksembûrgê re bi Îngilîzî hate xwendin, înternasyonalîst gihîştin Metzê. Meşvan tevî hewa sar jî bi coş û moral meşiyan.
Înternasyonalîstên ji zêdeyî 15 miletan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û bi zimanên xwe û bi Kurdî dirûşman dibêjin. Di meşê de wêneyên Ocalan, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasbourgê hatin hildan.
Meşvanên Luksembûrgê her wiha êlekên zêr ên bi wêneyên Sakîne Cansiz û Ocalan li xwe kirine. Meşvanên jin tevî flamayên Ocalan, alên YPJ’ê jî hildane.
Meş ji ber pirr zimanî û pirr çandî ye, bi kêf û coş derbas dibe. Înternasyonalîst li her gund û bajarokê tê re derbas dibin, bi çepik, nîşaneya serketinê û tilîliyan tên pêşwazîkirin. Di meşê de li ser rewşa Leyla Guven û Ocalan belavok tên belavkirin.
Rêgeha meşê li trafîkê hatiye girtin û hêzên ewlekariyê tedbîrên ewlekariyê girtine.
Meşvanên baskê Mannheimê li wan zêde bûn
Meşvanên baskê Mannheim, Strasbourgê ku li Karlsruhe ya Elmanyayê polîsan êriş biribû ser wan, sibehê hê zû li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Karlsrûheyê komî ser hev bûn.
Pêr piştî nîvrojê, polîsên Elman dora çalakgeran girt, êriş bire ser wan. Di encama êrişê de hin çalakger birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Çalakger berê sibehê ji bo ku rêveçûna xwe bidomînin li NCKD’yê civiyan. Lê polîsan dor li NCKD’yê jî girt. Li ser NCKD’yê helîkoptêra polîsan firand.
Meşvanan li ser vê yekê biryar da bi otobusê xwe bigihînin baskê meşa ji Luksembûrgê. Çalakger vê carê jî li ser sînorê Fransayê hatin rawestandin. Piştî pirsgirêkan, destûr hat dayîn ku çalakger bikevin Fransayê û xwe bigihînin baskê meşa dirîj ê înternasyonalîstan.
METZ
'Em ê bibêjin, Bijî Serok Apo'
Meşa dirêj a Basel-Strasbourgê di roja 6'an de didome. Meşvan li dijî êrişên dewleta Elman ên li dijî saziyên Kurdan û çavnaberiya wan a li Ocalan helwêst nîşan da û got, ''Ti hêz nikare asteng bike ku em bibêjin, Bijî Serok Apo''.
Çalakger pêr êvarê gihiştibûn bajarê Fransayê Colmarê. Doh wan meşa xwe ji wir dewam kir.
Hevseroka KCDK-E'yê Fatma Goksungur di dema meşê de bal kişand ser hevkariya dewleta Elman û Tirkiyeyê û got, êrişa li ser nirxên Kurdan didome. Goksungur got, ew ê qet girtina Mîr Muzîkê û Weşanxaneya Mezopotamyayê qebûl nekin: ''Em li vir dengê xwe li Elmanyayê dikin, dive hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re biqedînin. Divê her kes baş bizane, ti kesek nikare asteng bike ku em bibêjin,'Bijî Serok Apo'. Hêza ti kesî têra vê nake Divê vê wiha zanibin. Çavnebariya li Serok Apo, desteka li polîtîkaya komkujî ya dewleta Tirk a faşîst e.''
Çalakger doh 26 kîlometreyan meşiyan û berêvarkî gihiştin bajarê Selastadê.
COLMAR