Piroje dê di kanûnê de bi dawî bibin. Şaredarê Mexmûrê Ehmet Ozer diyar kir ku wan proje ji bo pêwistiyên wargehê amade kirine, der barê pirojeyên xwe de pirtûkek amede dikin. Ozer, da zanîn ku dê pirtûkê ji sazî, hikumeta heremê û qeymeqamê Mexmûrê re ragihînin.
Ozer da zanîn ku dema pirojeyên wan hebin ji qeymiqamê Mexmûrê re radigihinin. Ozer, anî ziman kun projeyên wekî binesatiya Wargehê, qenalen avê, rê û hwd bi pirojeyan pêşkêşi qeymeqamê wargehê drikin û wiha got: "Projeyen ku me dane destpêkirin dê di konûnê de bi dawî bibin. Dê 3 hezar metre kanala avê bê çêkirin. Ji bo pirsgirêka avê ya wargehê çareser bibe qanalên boruyan dikole û dê 1000 metre borî di navbera 2 taxan de dirêj bike.
Ozer, destnîşan kir ku ji bo hemû projeyan milyarek û 300 hezar dolar pere hatiye veqedandin. Ozer, bilêv kir ku wan dibistana 18 polî ji bo Hukumeta Heremê pêşniyar kiribûn û wiha pêde çû: "Proje amade ye, lê li benda îmzeya Qeymeqamê Mexmûrê ye. Hikumeta Heremê dê ji bo semta Çar û semta Sisê mizgeftan ava bike. Projeya vê yekê jî dê di kanûnê de bi dawî bibe."

'2 bîrên avê dê bê kolandin'
Qanala avê ku ji 2 hezar û 500 metreyî pek tê dê di taxa yekem re derbas bibe. Dê ser qanalên taxên din jî bên girtin. Dê 2 birên sontajê yên avê ji bo gel bên kolanin. Dê di demek nezik de kolandin dest pê bike.
Ozer, daxuyand ku wan biçeyek ji bo şaredariyê jî veqetandine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me butçeyek ji bo Şaredariyê veqetandiye. Ji bo ku em wekî Şaredariyen Hereme bên ditin me fonek veqetandine. Dê ji bo 18 karkeren ku di Şaredariye de kar dikin pere ji bo wen bê veqetandin. Wê her meh bi rêk û pêk ev pere bê razandin. Em hinekî di vî alî de zahmetiyê dikişînin. Ev pirojeyên ku em peşniyar dikin saziyên derve jî arikariyê didin. Pêşniyarek me ji bo Qendilê jî hebû. Ji bo şînê vedana kon e. Me xwestibû ku ji bo sewalan ciftlikek jî bê sazkirin. "


BERÎTAN KARA - DÎHA-MEXMÛR