Lê ev derfetên ku gundiyan ji xwe re afirandiye jî kêm dimîne. Her wiha niştecihê gund bi nexweşînan re jî rû bi rû dimînin.  

Serokê BDP'a navçeya Egîl ya Amedê Yaşar Aydin diyar kir ku li gelek gundên Egîlê ji ber ku pirsgirêkên binesazî nayên çareserkirin, welatî tengasiyan dikişînin. Aydin da zanîn ku ew ji bo pirsgirêka gundê Bubekir gelek caran serî li Îdareya Taybet ya Navendê dane, lê tu careserî pêk nehatiye. Aydin da zanîn ku bi rêbaza sondajê pêwistiya xwe ya avê pêk tînin, lê ji ber ku di van demên dawî de sondaj xirab dibe, ava ku di şert û mercên normal de têrê welatiyan nake niha kêm bûye. 

AMED