Endamê polîtburoya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre qala lihevkirina YNK’ê ya li gel Tevgera Goran û PDK’ê kir û bal kind li ser danûstandinên di navbera parçeyên Kurdistanê de. Her wiha Pîre da zanîn ku zextên derve li ser wan hene ku ew dest bi aktîvkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê bikin û got; “Girtin û ne aktîvkirina parlamentoyê, di qada navneteweyî de ji bo me navek nebaş çêkir.”

Armanc yekbûyîn e

Pîre li ser têkiliyê wan ên li gel Tevgera Goran diyar kir ku ew dixwazin bibin partiyek û got: “Li hevkirina me ya siyasî li gel Tevgera Goran heye, armanca me ji vê lihevkirinê ew bû ku di pêşerojê de em gelek nêzîk bibîn û bibin yek partî. Di vê mijarê de ya ketiye ser me, me bi cih aniye, ji bo nîmûne di rêveberiya navxweyî, rêveberiya Germiyan û Raniye her wiha bajarên Silêmanî û Helebce de bi temamî desthildarî hatine guhertin. Ewa beşa Tevgera Goran e, wan girtiye. Li hemberî vê ji, em rojane dibînin ku hindek parlamenterên Tevgera Goran li Bexda û Herêmê, di qenalê KNN’ê de bi şêweyekî ne baş behsa YNK’ê dikin û li ser partiya me di axivin. Her wiha ew grubên di tora medya civakî de helwestên dijminane li beramberê YNK’ê didin diyarkirin. Li gorî min ev kiryar li gel lihevkirina me na gunca ve. Lê belê ev têgehiştin heye ji ber em destpêkê li ser yek xetê bûn ku piştre ji hev cuda bûne. Niha jî hinek kes bi heman nefesê kar dikin ji bo em herdû alî bibin yek partî. Ji bilî vê yekê jî pêşiya lihevkirina me ya li gel Tevgera Goran, lihevkirina me ya ligel PDK’ê hebû. Me di destpêka lihevkirina li gel Tevgera Goran de jî gotiye ku lihevkirina YNK’ê ya ligel Goran cihê lihevkirina stratejiya me ya ligel PDK’ê nagire.

‘Divê parlamento vebe’ 

Pîre anî ziman ku divê parlamentoya herêmê vebe û got: “Ev sîstem bi lêkolînkirina aliyên petrolê, derxistin û biryardayîna wê li ser sistema Elmaniya te. Pêwîstî bi karkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê heye, heya parlamento neyê vekirin, em bixwazin ji nikarin wan biryaran bi cih bînin, ji ber ku hindek biryar hene bi rêya parlamentoyê derdikeve. Me ne gotiye ku mayîna Mesûd Barzanî girînge, eve derew e ku bi navê min hatiye kirin, maşallah tora medya civakî wisan e kî dixwaze axaftinek bike, tê guhertin û bi awayek din tê weşandin, kesî ne gotiye ku mayîna Barzanî girîng e. Me gotibû pirsgirêka Barzanî ligel yasayê heye. Ne YNK, yasaya serokatiya Herêmê wisan dibêje. Eger Barzanî bixwaze li ser postê xwe  bimîne  divê fikrê aliyên din ji werbigire. Pêwîste rêyeke yasayî  ji bo wê were dîtin. Niha Barzanî dibêje ezê biçim, diçim û yeke din li cihê xwe diyar dikim. Ewa ku wî gotî me berî niha ji bo dagirtina cihê wî gotibû. Niha ew fermandarê hêzek çekdariye, em di nava şer dene û dagirtina cihê wî ji bi şev û rojekê nabe. Dibe kû pêwîstî bi hefte, mehek yan ji dû meh hebe. Evane ne gotinên min û kesên dine, yasa wisa dibêje. Tiştek gelek balkêşe ku gotiye min wisan gotiye. Ez ne destûrim ne yasame. Çawa dikarim tiştê wisan bejim.

 ‘Em li gel Rojava ne’

Derbarê reveberiya Rojavayê Kurdistanê Pîre diyar kir ku ew li gel Rojava ne û wiha pê de çû: “Em bi hemû karîna xwe piştiya daxwazên gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê dikin. Em piştgiriyê tam didin vê îdareya ku niha li Rojavayê Kurdistanê heye. Daxwaza me ji PYD’ê ewe ku hewildanên zêdetir bide ji bo aliyên Rojavayê Kurdistanê nêzî hev bike. Dibe ku hinek bi zimanê biyanî baxivin, yan jî Tirkiye wan bi kar bîne, lê PYD nikare wan ji derveyî rêveberiyê bihêle.


SORAN HISÊN / ROJNEWS / HEWLÊR