Êdî hewa ber bi sermayê ve diçe û demsala payîzê dest pê kir, gazincên nexweşiyan jî zêde dibe û hejmara nexweşan jî zêdetir dibe. Omer dibêje ku ji ber şer û pevçûnên mezin hene ji hêla xwarin û vexwarinê ve jî welatî pirsgirêkan dijîn û ev yek jî li ser tendurîstiya wan bandorê dike. Omer wiha got: “Li vir tenê em şervanên birîndar derman nakin. Nexweş û birîndarên sivîl jî pir in. Div an rojên dawî de jin û mêrên extiyar û zarok gelek serî li nexweşxaneyê didin. Lewre hewa êdî ber bi sermayê ve diçe demsal diguhere. Dîsa ji ber ji hêla xwarin û vexwarinê ve pirsgirêk hene jî pirsgirêk tên jiyîn. Li vir ligel hemû bêderfetiyan jî tiştên jid estên me tê em dikin. Gelek nexweşên ku tên ji me xwarinê dixwazin; lê ew derfetên me ku em xwarinê bidin wan tune ne. Tenê em li vir birîndarên sivik derman dikin.”
‘Pirsgirêka derman pir e’
Omer bal kişand ser kêmasiya derman jî û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Derman pir kêm e. Çend roj berê hin alîkariya derman ji me re hat lê ev pêdiviyan pêşwazî nake. Ji 3 para parek ancax şervan in yên tên nexweşxaneyê. Yên din tev sivîl in. Her yek ji wan nexweşiyên wan cur be cur hene. Li cem me jî dermanên van nexweşiyan tune ne. Niha li vir em 4 bijişk nexweşan derman dikin û hejmara me pir kêm e.”
Omer careke din bal dikişîne ser welatiyên sivîl û dibêje ji 10 hezaran zêdetir sivîl li bajar hene. Omer dibêje ku li gel nexweşiyan ên ku bi parçeyên topên hawanan birîndar bûne jî pir in.
Omer bi bîr xist ku ji ber dewleta tirk dem bi dem Deriyê Sînor ê Kobana Serxet (Murşîtpinar) li nexweşan digire dikevin tengezariyê û wiha axaftina xwe domand: “Heya îro ji ber derî dereng vebû an jî nehat vekirin 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber xwîn zêde ji laşê wan çûn jiyana xwe ji dest dan. 6 ji van şervanên YPG û YPJ’ê bûn, 2 ji wan şervanên Artêşa Azad bûn 2 jî sivîl bûn.
ERSÎN ÇAKSÛ / ABDURRAHMAN GOK/DÎHA/KOBANÊ