Li çar parçeyan bûne hêz. Partî, saziyên çapemenî-weşanê ava kirin, bi hezaran kadroyên dikarin karê polîtîk bimeşînin afirandin. Hêzên Rojhilata Navîn, hêzên ku dixwestin Kurdan bifetisînin, ji hev belav bûn. Yên ku vê statukoyê diparêzin, di vir de israr dikin Tirkiye û Îran e. Yên mayî nikarin biparêzin. Gelek nakokiyên van hêzan bi cîhana rojava û gelên herêmê re hene. Pirsgirêka herî mezin, bûna yekîtiya Kurdan e.”
Ayata anî ziman, ku gel, rewşenbîr û hemû hêzên welatparêz daxwaza yekîtiya navbera Kurdan dikin, lê belê PDK xwe nêzî vê yekîtî û hevgirtinê nake.
Ayata da zanîn, ku cudahiya nêrîn û bernameyên partiyan tiştekî xwezayî ye, ew vê yekê weke pirsgirêkê nabînin û got, Werin em niha di berjewendiyên li Rojhilata Navîn de bigihêjin hev, li qada navneteweyî bila temsîleke hevpar a Kurdan hebe, bila li dijî hev bi dewletan re têkiliyê danînin û bersivê bidin bendewariyên gel. Eger bi vî rengî bibe, ti hêz wê nikaribe şerê li dijî Kurdan bide pêş çavên xwe. Eger rêxistinên Kurdan ên li çar parçeyan bigihêjin hev, wê Kurd şer qezenç bikin.”