Stasyona sotemeniyê hemû cûreyên madeyên sotemeniyê li Kantona Efrînê peyde dike û pirsgirêkên sotemeniyê hatin çareserkirin.

Bi înîsiyatîfa TEV-DEM′ê bi armanca çareserkirina pirsgirêka madeyên sotemeniyê li Kantona Efrînê, di 6′ê Gulana sala 2016′an de li herêmê xebatên vekirine stasyoneke sotemeniyê dest pêl kirin.

Kantona Efrînê pirsgirêkên wekî keysbaziya bazirganan di firotina madeyên sotemeniyê de, her wiha firotina madeyên sotemeniyê bi awayekî belave û bi buhayên cûda, derketin.

Li aliyekî din jî ji bo xebatên pîşesazî û bazirganiyê û erebeyên welatiyan, madeyên sotemeniyê nayên peydekirin.

Di vê çarçoveyê de li Kantonê stasyona Dîcle ya girêdayî TEV-DEM′ê hat vekirin. Bi vî awayî bi koordîneya bi Rêveberiya Xweser, Hêzên Asayîşê û Gumrigê, madeyên sotemeniyê li cotkar, pîşesazan, firne, aşxane, xwediyên erebeyên giştî û taybet têne belavkirin.

Bi kalîtetir û erzantir

Stasyona Dîcle di 1′ê Gulanê hat vekirin, rûbera wê 4 hezar û 500 m2 ye. Li stasyonê cihê şûştina erebeyan, çayxane û gelek dikan hene.

Endamê rêveberiya stasyonê Xelîl Bekir Xelîl, çerxa xebatên stasyonê wiha vegot; ″Ev proje di serî de xizmeta berjewendiyên gelê herêmê dike û pêdiviyên civakê bi cih tîne. Armanca me ya  sereke ji vê projeyê ew e ku rê li pêşiya keysbaziyê bigirin.″

Bekir anî ziman ku stasyon rojane ji saet 07.00′an heta saet 21.00′ê di xizmeta gel de ye. Her wiha diyar kir ku ew carinan heta saetên derengiya şevê dimînin, da pêdiviyên pêkhateyan pêk bînin.

Bekir bal kişand ser buhayê firotina madeyên sotemeniyê bi hemû cûreyên xwe û got: ″Mazot li stasyonê bi 210 lîreyên Sûrî, lê li derve bi 250-260 lîreyên Sûrî tê firotin.″

Bekir destnîşan kir ku li stasyonê madeyên sotemeniyê yên wekî mazot, benzîn, gaz ji cûreyên herî baş in û wiha domand, ″Rojane 200 bermîlên mazotê û 30 bermîlên benzînê têne firotin.″

Bekir di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê di demên pêş de, stasyonekê li ser riya Cindirêsê û yekê li ser riya Helebê vekin, da ku pêdiviyên welatiyan bêne bicihanîn.


TÎRAST CÛDÎ / ANHA / EFRÎN