Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak di civînê de axivî û got; "Dema ku rojnameya me hat bombekirin û hat girtin me wisa hîs dikir ku dest û lingên me hatine girêdan. Me ne dizanî ka emê çi bikin. Çapemenî dest û lingên Kurdan e."
Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak di civînê axivî û bal kişand li ser di serdema 21'an de hêza çapemeniyê. Kolçak ji bo Kurdan girîngiya çapemeniyê anî ziman û wiha axivî: "Dema ku avahiya Rojnameya me hat bombekirin û rojname hat girtin me wisa hîs kir ku dest û lingên me hatine girêdan. Me nezanî ka em ê çi bikin. Ji bo Kurdan çapemenî gelekî girîng e. Çapemenî ji bo Kurdan dest û linge." Kolçak destnîşan kir ku tevî ku girseyeke mezin a xwendevan heye jî rojnamevan nagihîje gelek xwendevanan û wiha pê de çû: "Em tevgereke wisa nin ku 8 hezar girtiyên me hene. Em nêzî 2 nîv û 3 milyonan deng digirin, lê traja rojnameya me ya rojane 17 hezar e. Divê gelê me rojnameya Ozgur Gundemê bikaribe di keştî, otobûs û li kolanan bi awayeke vekirî bixwîne. Hê jî bi veşartî tê xwendin. Wekî ku rojnameyeke der-zagonî be lê tê nêrîn. Divê herkes aşkera nîşan bide ku ev rojname rojnameyeke demokrat e." 

DÎHA/STENBOL