Di navendê de dewreyên perwerdeyê yên dirûn, tenduristî, zimanê Kurdî, kompiyûter û çêkirina cilên rês têne vekirin û jinên bajêr têne perwerdekirin.
Di navendê de komîteyên Têkiliyan,Lihevanîn û Edaleta Civakî û aborî li gorî taybetmendiyên xwe kar dikin. Komîteya têkiliyan her dem di nava têkiliya bi jinên Suryanî, Ereb û Çeçen re di nava têkiliyan de ye. Ev komîte her dem di nava hewldanan de ye ku têkiliya di nava jinên ji hemû pêkateyan pêş bixin.
Li dij tundiyê tevdigerin
Komîteya Lihevanînê û Edaleta Civakî, pirsgirkên jinan çarser dike û mijarên taybet bi jinan dişopîne, her wiha li dijî zewicandina di temenê biçûk de û tundiya li dijî jinan tevdigerin.
Komîteya Aborî jî hemû lêçûnên navnedê di riya berhevkirina alîkariyan peyda dike, her wiha projeyên aborî yên taybet bi jinan amade dike.
Navenda jinan di Serêkaniyê de bi armanca piştgiriya aboriya jinan projeyên aborî vedike û di nava hewldanan de ye ku kar ji jinan re pyeda bike. Navendê Firneya Waşokanî vekir. Her wiha navend di nava xebatan de ye ku pirojeyên din ên jinan wekî kargeha dirûnê veke û derfetên kar ji hin jinên din re peyda bike.
SERÊKANIYÊ