Yekemîn Konferansa Kurdên Feylî ya Navneteweyî li paytexta hate lidarxistin. Konferans ji aliyê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) û Koma Tifaqa Sosyalîst û Demokratên PE´yê ve hat organîzekirin. Di konferansê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, li ser navê KNK’ê Adem Ûzûn, Dr. Majeed R. Jafar, Anna Gomes, Thomas Schmidinger, parlamenterê berê yê HDP’ê Ozdal Uçer û Hakîm Sofî di serî de gelek kesên bernas amede bûn.
Cîgira Hevseroka KNK’ê Zainap Mûrad Sahrab, diyar kir ku wek pêvajoya rejîma Baasê, piştî hilweşîna rejîma 2003’yan jî ti guhertin di rewşa Kurdên Feylî de çênebû.
Dr. Thomas Schmidinger ji dîroka Kurdên Feylî destpê kir, û îşaret bi pirsgirêkên pirr cîdî yên Kurdan li Rojhilata Navîn kir.
Konferansa ku Shahla Hafed û Dîa Abdulsatar moderatoriya wê kir, di axaftinên beşên bi navê “Dîrok, nifûs, rewşa heyî û daxwazên wan” de bal kişand ser qetlîam û zextan. Dr. Majeed R. Jafer, li ser nifûs û dîroka Kurdên Feylî rawestiya û got: “Niha di navbera 3-5 milyon Kurdên Feylî hene. Li Iraq û Îranê dijîn. Herî zêde li derdorî Bexda dijîn. Di tevahiya dîrokê de di bin zextên Ereban de jiyane. Di vê demê de 600 hezar Kurdên Feylî sirgûnî deverên cuda bûne, şandine qampan. Di demê rejîma Baasê de 20 hezar Kurdên Feylî hatine qetilkirin.”
Dr. Akram Hawas jî got, çavkaniya pirsgirêkan netew-dewletê e, lewma dixwazin hindikahiyan bikin Ereb.
Thana Bassam behsa êşên Jinên Kurdên Feylî yên li sirgûnê kir. Bassam îfade kir ku jinên li Iraq û Îranê dijîn rastî kiryarên dijmirovane tên.
Di konferansê de hin daxwazên derketin pêş jî weha ne:
* Pêwîst e biryarên 2003’yan ku têkîldarî Kurdên Feylî hatibûn girtin, bikevin meriyetê,
* Divê Kurdên Feylî di seranserî Iraqê de xwedî gotin bin,
* Divê agahiyên Kurdên Feylî yên hatine windakirin, radestî malbatên wan bêne kirin.
BRUKSEL