Li Dersimê li ser navê rêveberê Egîtîm Senê Kazim Unlu, pirtûkxaneyeke ku kapasîteya wê 5 hezar pirtûk in, bê vekirin. Kazim Unlu yê bi biryarnameya di hukmê qanûnê (KHK) de ji kar hat derxistin, 23´yê Mijdara 2017´an ji ber ku dilê wî sekinî, wefat kiribû. Ew sekreterê Şaxa Egîtîm Sena Tekirdagê bû. Unlu bi xwe ji Dersimê ye.
Şaredariya Mazgirtê li ser navê Unlu pirtûkxaneyeke kapasîteya wê 5 hezar pirtûk, çêkir. Pirtûkxane wê 24’ê Mijdarê (ango sibe) di Roja Mamosteyan de li xelkê navçeyê bê vekirin.
Piştgiriya bi mamosteyan re
Xebatkara şaredariyê Pelîn Gungoren ku ji bo avakirina pirtûkxaneyê xebitî, got, xebata ji bo pirtûkxaneyê nêzî 2 mehan dewam kiriye û wan pirtûk ji gelek bajaran peyde kirine. Gungoren got, ”Kazim Unlu ji bo kedkarên nedihatin hesibandin, têkoşiya. Di wextekê de ku dixwazin bi KHK’yan mirovan çavtirsandî bikin, me xwest bi pirtûkxaneyekê piştgiriya xwe ya ji bo mamosteyan nîşan bidin. Em dixwazin bi pirtûkan bêtir serwext bibin.”
Gungoren wekî din gotm ”Em felsefeya pirtûkek mirovek e esas digirin. Her pirtûkek tê wateya bi hezaran mirov û fikrên cuda. Nifûsa Mazgirtê hindik e, lê pirtûkên wê zêde ne.”
MA/DERSIM