Biçilmisin ey binefşên xemgîn!
Va ye Arîn
Ji destpêkê ve çîrokê bi dawî dike!
Kobanê
Tu birîna Şingalê
Di giyanê me de
Vekirî dihêlî!
Tu bi ser lêvên Arînê de
Wekî reşeewran dipêlî!
Bi barana kenê te re
Pencereyên xemgîn
Dilên şikestî
Nameyên bêrîkirinê
Û pinpinîkên mizgîniyê
Digirîn!
Li ser pişta hespên kenê te
Di şevçirayên çavên te de
Li ser keviyên lêvên te
Di agirê dilê te de
Siwar û şehîdên azadiyê dibînim…
Roj baş, dastana ku nayê wergerandin…
Roj baş, reşeewrên ku hev hembêz dikin…
Roj baş, jan û kesera dilê Kurdistanê…
Roj baş, dibistana êşê, Kobanistan!
Bikene
Da ku hîvên çardehşevî bibarin!
Bikene Arîn!
Da ku şevên êşê
Di çavên te de biarin!
Felsefeyê bin pê bike!
Nalîna xwe li ber destên xwedê raxîne!
Û kenê xwe,
Ji esmanê jorîn
Bi ser lêvên Kobanê de Daxîne!
Ehmedê HUSEYNÎ
Pirtûka Arîn Mîrkan