Îro 21 sal di ser wefata dahênerê pirtûka Elifbêya Kurdî Îbrahîm Emîn Baldar re derbaz dibe. Pirtûka wî nîv sedsalê li dibistanan hate xwendin. Herçendî ku ev 20 salin pirtûka wî ji nava bernama xwendinê hatiye derxistin, lê li gorî hin mamostayan bernameya ku Baldar danî ji ya niha serkeftîtir bû.
Îbrahîm Emîn Baldar di sala 1920’ê de li Silêmaniyê jidayîkbûye. Her li wir xwendina seretayî temam kiriye. Piştre çûye Bexda û beşa mamostatiyê temam kiriye. Di sala 1940’ê de li Silêmaniyê bû mamostayê dibistana seretayî. Li gelek gund û bajaran mamostatî kiriye. Di vê navberê de ji bo fêrbûna zimanê Kurdî Elîfbêya Kurdî nivîsî. Ev destnivîsa xwe ji rêveberiya perwerdeya Silêmaniyê re şand û li vir jî hat qebûlkirin. Piştre ji vir ji bo Bexda hat şandin. Li vir jî hat qebûlkirin. Di sala 1952 de jî hat çapkirin. Heya sala 2003’ê Elîfbêya Kurdî di dibistanên Kurdistanê de dihat dîtin.
Îbrahîm Emîn Baldar di 12’ê Tîrmeha sala 1998’an li Bexda koça dawî kir û piştre cenazeyê wî anîn li Silêmanî li goristana Girê Seywan sipartin axê.
Bi navê Elifbê hate amadekirin
Pirtûka Elifbêya Baldar di sala 1999’an de hat guhertin û pirtûkek nû ji aliyê Ebdullah Mihemed Emîn ve bi navê Elifbê hate amadekirin. Piştre ew pirtûk jî hate guhertin û ji aliyê komîsyonek 19 kesî ve pirtûkek bi navê Xwendina Kurdî hate amadekirin û ew pirtûk heya niha jî di dibistanê seretayî de ji bo refa yekan wekî wane tê dayîn.
Niha beşek ji mamostayan bi ser du nêrînên cûda de dabeşbûne, beşek ji mamostayan diyar dikin ku pirtûka Elifbê ya ku ji aliyê Baldar ve hatibû nivîsîn, zarok baştir dikarin pê fêrî xwendinê bibin û dibêjin diviya bû nehatiba guhertin. Hinek mamosta jî bernameya niha ji bo xwendinê guncawtir dibînin.
SILÊMANÎ/ROJNEWS