NAZDAR EBDÎ / NAVENDA NÛÇEYAN 


Bi minasebeta salvegera serkeftina berxwedana Kobanê Akedemiya Ş. Viyan Amara ya Kobanê pirtûka “Çirûskek ji berxwedaniya Kobanê” amade kir û hat çapkirin.

Pirtûka ku ji çîrokan pêk tê, ji alî nivîskarên ji Kobanê ve hatine nivîsandin û behsa berxwedana dîrokî ya Kobanê, êşe koçberiyê tên kirin.   

Yek ji nivîskarên pirtûkê Aras Hiso der barê pêvejoya berhevkirina çîrokan û amadekirina pirtûkan de wiha axivî:” Her çiqasî kêm be jî, ku hîna gelek tiştên veşartî di nava kolan û kuçe û birînên vî bajarî de veşartî bûn, me xwest weke çirûskekê ji ronahiya vî bajarî derxin holê. Ji navê pirtûkê de diyar e ku çirûskeke ji berxwedaniya Kobanê ye. Ji ber ku em çi bikin jî nikarin mafê vê berxwedanê bidin”.

Helîm Yûsiv jî destek da

Nivîskar Hiso diyar kir ku hêvi dikin xwîner çêjeke xweş ji xwendina vê pirtûkê bigrin.

Hin nivîskarên amadekarên pirtûkê ev in: “Ednan Hesen, Heysem Mislim, Cîhan Hesen, Selah Mislim, Aras Hiso, Mehrîvan Beyro, Sozdar Mehmûd, Rodîn Mihîdîn, Zîlan Hemo û Ridwan Deharo. Her wiha nivîskar Helîm Yûsiv û Şêwekar Munîr Şêxî jî piştgirî dan xebatên amadekirin û derxistina vê pirtûkê.