Li bajarê Orlando yê Emerîkayê komkujiyek li dijî komek welatiyan pêk hat. Di ecnama vê komkujiyê de bêhtirî 50 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Piştî lêkolînan derket holê ku kujêr ciwanekî bi navê Omar Metteen ê 29 salî ye, bi eslê xwe ji Efxanistanê ye, lê li Emerîkayê ji dayik bûye. Wek endamê DAIŞ´ê jî ev kes hate danasîn.
Li welatên Ewrûpa û Emerîkayê rêxistina DAIŞ´ê xwe bi cih dike û bi hezaran ciwanên Misilman yên nûhatî digre nava tevgera xwe. Bi rêya ramanên radîkal û gurrkirina nifret û kînê, hewl dide tevahiya cîhanê bixe nava tevlihevî û panîkê. Heta niha li gelek welatan bi rêya van kesan bi sedan mirovên bê sûc li kolanan hatine qetilkirin. Her çiqasi ku ev kes mîna "gurên bi tena xwe" tê nasîn jî ku qaşo bi xwe biryara komkujiyê didin û pîlana wê bi tena serê xwe dikin, lê dîsa jî ew alîkariyê ji navendên islama siyasî yên li van welatan digirin. Alîkariyê digirin ji îmam û mamosteyên olî yên radîkal, yên fikrê wan nêzîkî yê DAIŞ´ê ye.
Niha li welatên Rojava (Ewrûpa, Emerîka) nifşekî Misilman ê radîkal, tije nifret û kîn derdikeve holê. Ev nifş hemû hizr û ramanên tûndraw bi rêya navend, mizgeft û înternetê distîne û li dijî baweriyên din xwedî helwesteke dijminane ye. Jixwe ne pêwîst e ku ev nifş, yan jî bi kêmanî kesên ku heta niha êrîşên komkujî pêk anîne, mirovên tam bawermend û xwedî têgihîştineke berfireh û zanistî di ola îslamê de bin. Gelek ji wan tam dûrî rê û rismê olê bûn. Hinek diz û esrafiroş jî bûn. Lê di maweya çend mehan de radîkalîze bûn û biryara pêkanîna komkujiyekê dan û "berevaniya olê" ji xwe re kirine behane.
Ahmad Mansour ku yek ji lêkolînvanên di warê Îslama siyasî û mijara radîkalîzebûna ciwanên Misilman li welatên Rojava de ye, ev mijar bi befirehî di pirtûka xwe ya bi navê (Generation Allah) de baş şîrove kiriye. Mansour ê li Filistînê ji dayik bûye û sala 2004 an hatiye Elmanyayê ji bo xwendinê, bi xwe jî berê îslamîst bû. Ew di vê pirtûkê de ku beriya salekê bi zimanê Elmanî derket, diyar dike ku li welatên Rojava bi giştî û li Elmaniya bi taybetî nifşekî ji ciwanên Misilman derdikeve, ew gelekî radîkal e û li dijî kesê din/baweriyên din xwedî hêrs û nifreteke mezin e. Mansour dibêje, ev nifş ne tam bawermendê ola îslamê ye. Bi gelek ferzên vê olê nizane û dibe ku Quran jî nexwendibe, lê wek diyarkirina nasnameya xwe û reaksyonekê li dijî şerê ku li welatên Ereb û Misilmanan diqewime, ew helwesteke tûndraw û radîkal nîşan dide.
Li gorî Mansour di salên di pêşiya me de ev nifş wê bibe pirsgirêkeke mezin. Ew di warê xwendin û kar de têk diçe û bê perspektîv e. Li koka xwe vedigere û ji ber xemsariya welatên Rojava û sîstema perwerdekirinê, bi hêsanî radestî destê Salafîstan û alîgerên DAIŞ´ê tê kirin. Jixwe, weha diyar dibe jî ku ew kesên komkujî li Fransa, Belcîka û Emerîkayê pêk anîne, ji vî nifşî bûn. Bi gotineke din, ji ber xwe ve radîkalîze bûn û gelek ji wan bêyî ku yek endamê DAIŞ´ê nas bikin an jî serdana Sûriyeye û Iraqê bikin, bûn alîgirên vê rêxistinê û banga wê ya "kuştina welatiyên Emerîka û Ewrûpayê" wek biryara ku divê pêk were, li ser xwe qebûl kirin.
Bi koçberiya bi milyonan Mislimanan bo Ewrûpa û Emerîkayê û bi xemsariya van welatan ya di warê perwerdekirin û xwedîderketina li nifşên Misilman û radestkirina vî nifşî bo hêz û rêxistinên Îslama siyasî yên ku alîkariya xwe ji welatên mîna Tirkiyeyê, Erebistana Siûdiyê û Qeterê digrin, di dema li pêşiya me de ev pirsgirêk wê kûrtir û gurrtir bibe. Eger hizra reformkirin û nûjeniya Îslamê neyê xurtkirin, destek ji bo kesên reformxwaz neyê dayin û rê li ber welatên ku alîkariya Îslama siyasî/Salafîst û DAIŞ´ê dikin, neyê girtin, ev pêla teror û komkujiyan wê bi hêsanî raneweste...