Pirtûka wêneyan a bi navê "Jinên bêsinor" ku diyariya 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, ji aliyê jinên Êlihê ve hat çapkirin. Mijara pirtûkê ku jinên karker ên di karên xwezayî û bi destê xwe aboriyê bi dest dixin, berî 2 salan bi pêşendiya Atolyaya Hêvî ya girêdayî Şaredariya Êlihê de hat amadekirin. Wêneyên ku ji aliyê 3 jinên amator ve hatin kişandin li gelek pêşengehan derketin pêşberî gel û ji hêla jinan ve hat ecibandin. Rêvebara Atolyaya Hêvî Gurbet Nas diyar kir ku armanca çap kirina pirtûka bi navê "Jinên bêsinor" ew e, girîngiya jinên karker bi wêneyan bi jinên kurd û cihanê bidin nasîn.
Bi wêneyan rengê jinê
Nas da zanin ku xebatê dane dest pêk kir li Êlihê ji bo care yekem e gelek bala jinan kişandiye û wiha axivî: "Heya niha her tim wêneyên jinan ji aliyê zilaman ve dihat kişandin, lê zilam her tim xweşikbûn û bedewiya bedena jinê pêşkeşî gel dikir. Me jî xwest li gel xweşikbûn û bedewiyê jinê kar û xebatên jinê jî bi wêneya derxin pêşberî gel. Bi rastî jî dema mirov li wêneyên di çarçoveya di xebatê de hatin kişandin temaşe dike cudahiya di nav bera zîhniyeta zilam û jinê de rasterest dibine." Nas destnîşan kir ku jinên wêneyan kişandin li ser rastî û rasteqîna jiyana jinê ya di nava çivakê de de ber çavan û ji ber vê yekê gelek balê dikşîne ser xwe.
Armanc wênekişandina jinan e
Nas li ser armanca xebata pirtûka 'Jinên bêsinor ' derbirî û wiha pê de çû: "Armanca me ew bû ku jinan qet wêneya nekişandine wênekêşek bidin destên wan û bi wan wêneyan bidin kişandin bû. Ji ber ku bi taybetî jinên Êlihê tu carî wêneyan nekişandine û wek şermê dihat dîtin. Bi rastî karê ku me da pêşiya xwe gelek bi serkeftî bû. Jinên ku wêneyên xwe di pêşengehan de demaşe dikirin gelek keyfxweş dibûn û xwesteka wênekeşiyê bi wan re çêdibû. Loma em dibînin ku em gihîştine armanca xwe."
Jin qet wêneyan nekişandine
Nas ji bo xebatên di çarçoveya wêneyê bi heman rengê de di pêşerojê de bidin meşan din jî wiha agahî da: "Jinên ku di vê xebatê de cih girtine heya niha qet bi perefesyonelî wêneyan nekişandine. Lê biryara me ew e ku di pêşerojê de di heman çarçoveyê de xebatê berfireh bidin meşandin bi rengekê perefesyonel bixebitin." Wênekêşa pîrtûka 'Jinên bêsinor' Melek Ucar li ser kişandina xebata wêneyan de wiha hestên xwe anî ziman: "Bi rastî min heya niha qet wêneyê bi vî rengî nekişandibû. Ji ber vê yekê jî ez gelek bi kelecan bûm. Lê her ew qas jî bi keyfxweş bûm, ji ber ku bi destê min rastî û rengê jina kurd bi jinên cihanê hat nasîn." Ucar da zanin ku heya ku wêneya jinên li kolanan rûdinên ango bi karê xwe re eleqedar bûn ewqasî bala wê nekişandibû.
DIHA/ÊLIH