Berpirsyarê Weşana Giştî ya Weşangeriya Amara Ridvan Saîn, demeke kurt beriya belavkirina pirtûkê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tevî nêrînên Ocalan ên li ser mijarê, wan di pirtûkê de cih daye nêrînên 25 qisekeran ên zanyarên civakî, ekonomîst, zanyarên siyasetê û parêzvanê mafên mirovan ên xwedî konseptên alternatîf.
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Weşangeriya Amara Ridvan Saîn da xuyakirin ku ew li hemberî modernîteya kapîtalîst, weşangeriya modernîteya demokratîk esas digirin. Saîn diyar kir ku bi vê pirtûkê ew dixwazin tevgerên civakî û hewldanên alternatîf ên ji komunên Parka Gezî heta dagirkeriya febrîkaya karkerên Kazova, ji şoreşa Rojava heta berxwedanên xwerêveberiya demokratîk, bigihînin hev.
ANF/STENBOL