Navê pirtûkê ‘Pêngava qirkirina Êzîdiyan’ e. Yek ji amadekarên pirtûkê Hakim Qasim Wesman got: “Hinek kes hene mijara Êzîdiyan ji bo berjewendiyên xwe, ji bo berovajîkrina rastiyan û veşartina belgeyan bikartînin.”

DANA HAMID / ROJNEWS

Di ser fermana civaka Êzîdî re 5 sal derbas bûn. Çeteyên DAIŞ´ê xwestin qira Êzîdiyan bînin. Li ser vê fermanê gelek tişt hatin gotin. Niha li ser vê qirkirinê pirtûkek bi navê ‘Pêngava qirkirina Êzîdiyan’ hat çapkirin. Pirtûk qala kiryar û tawanên çeteyên DAIŞ‘ê dike û bi zimanê Erebî hate çapkirin. Pirtûk ji aliyê Parêzer Bekir Heme Sedîq û Hakim Qasim Wesman ve hatiye amadekirin.

Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser navçeya Şengalê, di êrîşê de çeteyan komkujiyeke mezin li ser xelkê Şengalê pêkanî. Bi hezaran jin, zarok û kal dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê.

Sûcekî mezin bû

Têkildarî naveroka vê pirtûka ku li ser qirkirina Êzîdiyan hatiye nivîsîn, yek ji amadekarên pirtûkê Bekir Heme Sedîq  axivî. Heme Sedîq got; “Pirtûk bi zimanê Erebiye û ji 477 laperan pêk tê. Min li gel nûnerê Êzîdiyan Hakim Qasim Wesman dest bi komkirina hinek zanyarî û belgeyan kir. Me li gel hinek kesên ku ji destê DAIŞ‘ê rizgarbûne û niha li Silêmaniyê dimînin hevpeyvîn kir. Ev kesên ku me li gel wan hevpeyvîn pêkanî şahidê kiryar û hovitiya çeteyên DAIŞ’ê ne. Wan kesan got, sûcekî mezin li hemberî wan hate kirin. Tişta ku van kesan gotî me qet destkarî lê nekiriye û gotinên wan kesan nivîsandine. Hinek ji van kesan têde qala navê hinek kes û aliyên siyasî dikin, ev hemû wekî wan gotî me di pirtûkê de nivîsandiye.”

Komîsyoneke NY lêdikole

Têkildarî pêngav û hewildanên ji bo qirkirina li ser Êzîdiyan were pejirandin amadekarê pirtûkê Hakim Qasim Wesman ku bi xwe Êzîdiye, got; “Her çendî ku heya niha wekî pêwîst pêngav nehatine avêtin, lê hinek pêngavên ku nû hatine avêtin cihê keyfxweşiyê ne. Piştî biryara Encûmena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, niha komîsyonek hatiye şandin û hikûmeta Iraqê jî razîbûna xwe ji bo vê komîsyonê nîşan daye. Ev yek pêngavek giring e, ji ber ku heya hikûmeta Iraqê razîbûna xwe nîşan nede, tu komîsyonek navnetewî nikare kar li ser vê mijarê bike. Diyare Iraq ne endamê Dadgeha Navnetewiye. Herêma Kurdistanê ne welatekî serbixwe ye. Yan divê bi rêya welatekî dost, yan jî Komîsyona Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî ve lêkolîn li ser mijarê were kirin. Niha Encûmena Ewlehiyê biryara pêkanîna komîsyonekê daye û di qonaxa destpekê de ye.”

Mijarê dikin mijara berjewendiyan

Di dewama axaftina xwe de Hakim Qasim got, dadgehek Iraqî bi standartên navnetewî baştir û zûtir dikare lêkolîn li ser vê mijarê bike ji dadgehek navnetewî.

Têkildarî hewildanên qirkirina belge û zanyariyan jî Hakim Qasim eşkere kir ku gelek hewildan ji bo komkirina belgeyan hene û got, “Hinek kes hene di mijara Êzîdiyan de hewil didin ji bo berjewendiyên xwe rastiyan berovajî bikin û belgeyan veşêrin. Li aliyê din jî gelek kes hene di nava hewildanên komkirina belgeyan de ne ji bo rastiya vê qirkirinê were eşkere kirin.”