Di vê pêvajoyê de hevdîtinên bi heyeta HDP'ê re hatin kirin, name û peyamên ku ji derdorên cuda re şandibûn bi navê "Nîşeyên Îmraliyê" hatin çapkirin. Pirtûka fê di rojên pêşde li Ewropayê derkeve pêşberî xwendevanan. Pirtûk ji hêla Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan ve hat amadekirin û ji hêla Weşanxaneya Mezopotamyayê ve hat çapkirin.
Pirtûk ji 3 beşan pêk tê, di beşa yekem de bi sernavê "nîşeyên hevdîtinê" ku di 3'yê çileya 2013'an de cara ewilî parlamenterê serbixwe Ahmet Turk û parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata ve çûn Îmraliyê dest pê dike û bi sernavê "Ji bo aştiyê 20 sal in têdikoşim" cih dide nîşeyên hevdîtinan.
Di beşa duyemîn de nameyên ku Ocalan ji bo Konseya Giştî ya KCK-PKK'ê, Lijneya Rêvebriyê, HPG, Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel, Rêveberiya KCK'ê ya Ewropayê, lijneyên KJBi PAJK'ê û Lijneya Rêveberiya DBP'ê re şandibûn cih digire.

Di beşa sêyemîn de jî peyama dîrokî ya ku di Newrozê de hat weşandin dest pê dike. Peyama bi sernavê "Newroza azadiyê ya Mazluman pîroz be" û peyamên ji Kongreya Îslama Demokratîk a Kurdistanê, kongreyên BDP, HDK-HDP'ê re şandibû di pirtûkê de cih girtin. 

ENQERE