
Nivîskarê Eskerê Boyik ku heta niha gellek berhêmên Kurdî ên wekî helbest, roman û lêkolîn nivîsandine, vê carê bi pirtûka xwe ya “Bi Kurtayî Dîroka Êzdiyên Ermenîstanê” derket pêşberî xwendavanên xwe. Eskerê Boyik ê ku li Ermenîstanê dayikbûyî, heta niha di gellek kovar û weşanan de li ser wêje, çand û dîroka Kurdên Êzîdî ên li Qafqasan gotar nivîsîne û dehan pirtûk li ser vê mijarê dane çapê.
Eskerê Boyîk kî ye?
Eskerê Boyîk, di 31´ê Tebaxê sala 1941’ê de, li gundekî Kurdan ê bi navê Qûndexsazê (niha Riya Teze) ku li ser Axbarana Ermenistanê ye, di nava malbateke Kurdên Êzîdî de hatiye dinyayê. Eskerê Boyîk ji sala 1984’ê ve, endemê Yekîtiya Niviskarên Sovyêtê ye, endemê Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qezaxistanê, endemekî PEN a Kurd ê kevn e. Her wiha ew teqrîben 25 salan e sekreterê beşa nivîskarên Kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye. Ji sala 1999’ê ve serokê Komîteya Rewșenbîrî ya Mala Êzdiyan li bajarê Oldenbûrgê ye, wî sala 2012`ê di Mala Êzdiyan de Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê damezirandiye.
AMED