Li navça Wêranşara Rihayê Yekemîn pirtûka repertuara Kurdî ya ji aliyê Serdar Y. Turkmen ve hat amadekirin di weşanên çand û hûnerê ya Şaredariya Wêranşarê de derket. Pirtûk di metodolojiya mûzîka Kurdî de wekî pirtûk yekem derket. Pirtûka ku wekî 2 cildan hat weşandin ji 100 stranan pêk tê. Di cîlda yekemîn de agahiyên ji bo kesên nû dest bi lêxistina gîtarê kirine, di cîlda 2'yan de jî agahiyên ji bo yên di warê lêxistina gîtarê de gihîştine astekê hene. Destpêkê hezar pirtûk hatin çapkirin. Tê payîn ku pirtûka dê mûzîkhezan keyfxweş bike li gorî eleqeyê dê careke din bê çapkirin. Berpirsê beşa mûzîkê ya navenda çand û hûnera Med'ê ya Şaredariya Wêranşarê Arîf Adali diyar kir ku ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî qursa gîtarê didin û yên tevlî qursê dibin jî dixwazin stranên bi Kurdî lêbixin.
'Me xwe em di cîhana xwe de mûzîk bikin'
Serdar Y. Turkmenê ku pirtûk amadekiriye jî got; "Li NÇM'a Wêranşarê xebatên gîtarê didomin. Bi stranên ku em li vir nîşanî xwendevanan didin re xwendevan hem bi zimanê xwe mûzîkê pêş dixînin û hem jî me xwest em di cîhana xwe de mûzîkê bikin. Dema ku me hevoka wekî 'Caddelerde ruzgar aklimda aşk var' ango di kolanan de ba û hişên min de jî evîn heye' dema ku dihat wergerandin xwendevanan li şûna hişên min wekî axlimda digotin. Ev yek wekî şiqamekê li min bikeve bû. Li ser vê yekê me jî Bi NÇM'a Wêranşarê re xebateke hevpar destpê kir."
Turkmen diyar kir ku ji bo têkoşîneke şoreşger biser bikeve divê aliyê çandî û hûnerî jî xurt bike û wiha axivî: "Yên ku stranên bi devokî gihandine roja me ya îro berpirsyariyeke girîng danîne ser milên xwe. Her afirêneriyeke wan bingehê mûzîka Kurd pêk tîne. Lewma em jî hewl didin ku di qada çand û hûnerê de hin gavan biavêjin. Tevî van gotinên min nêrîna repertuara gîtarê ne di encama pêdiviya teorîk de pêş ket, ji nava jiyanê derket. Û me got ku, bila ji pişta xwe gîtar, ji hundirê we têkoşîn kêm nebe."
DÎHA/RIHA