Şoreşa Rojava demeke dirêj bi berfirehî nedikarî li mirovên ingilîzî axêv vebe. Ji bo ev astengî li paş were hiştin, pirtûka li ser Şoreşa Rojava a bi Elmanî li Inigilîzî hat wergerandin û panelên danasîna pirtûkê jî li Inigilistanê destpêkirin. 

Pirtûka ‘Şoreşa li Rojava’ (Revolution in Rojava) ku ji aliyê aktîvîstên kampanya Tatort Kurdistanê Anja Flach, Ercan Ayboga û Michael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, bi wergera xwe ya bi Îngilîzî û bi çapa xwe ya aktuelkirî digihîje berdê destê xwendevanên Ingilîziyê.

Pirtûka “Şoreşa li Rojava: Li Kurdistana Sûriyeyê Xweseriya Demokratîk û Azadiya Jinê (Revolution in Rojava:Democratic Autonomy and Women’s Liberation in Syrian Kurdistan)”, ku ji aliyê aktîvîstên kampanya Tatort Kurdistan Anja Flach, Ercan Ayboga û Mîchael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, bi çapa aktuelkirî bi zimanê Îngilîzî û wergera Janet Biehl jî hat weşandin.



Kampanya Tatort Kurdistan, ku di salên bihurî de bi pirtûka bi navê “Li Bakurê Kurdistanê Tecrûbeya Xweseriya Demokratîk” bal kişandibû ser xwe, vê carê jî aktîvîstên wê nivîskar Etnolog Anja Flach, Endezyarê Xwezayê û Aktîvîst Ercan Ayboga û dîroknas Mîchael Knapp bi pirtûka “Şoreşa li Rojava” balê dikişînin.

Her sê nivîskar di Gulana 2014’an de 4 hefteyan li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê man û wan piştî lêkolîna li vê derê, ev pirtûk amade kirin.

Nivîskaran di nava çar hefteyan de bi nûnerên gelên li Cizîrê, partî û rêxistinên siyasî, akademî, nûnerên YPG/YPJ û bi sedan aktîvîstan re hevdîtin kirin. Ev hevdîtin berhev kirin û bi lêkolînên li qadên cuda re kirin yek. Di encamê de pirtûkeke ji 352 rûpelî amade kirin.

Yekemîn xebata berfireh

Wergera pirtûkê ya bi Îngilîzî ji aliyê Weşanxaneya Pluto Press a li Ingilistanê ve hat organîzekirin. Pêşgotina pirtûkê ji aliyê Antropolog Prof. Dr. Davîd Graeber û gotina wê ya dawî jî ji aliyê Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah ve hat nivîsandin.

Wergera pirtûkê bi zimanê Îngilîzî jî ji aliyê nivîskar û edîtora Emerî Janet Bîehl ve hat kirin.

Pirtûkxaneya Pluto Press, di danasînê de pirtûkê weke “Yekemîn xebateke berfireh li ser veguherîna civakî ya li Kurdistana Sûriyeyê diqewime” pênase kir.

Pirtûk wê vê hefteyê li gelek bajarên Ingilistanê bi panelan were nasandin. Ji nivîskarên pirtûkê Ercan Ayboga û wergêr Janet Biehl wê weke qiseker beşdarî panelan bibin.

Agahiyên li ser panelan jî bi vî rengî ne: 

CAMBRIDGE // 1’Ê MIJDARÊ // saet 18:00´an

Bi beşdariya yek ji nivîskarên pirtûkê Ercan Ayboga, tercûman Janet Bîehl û aktîvîst û nivîskara me Dilar Dîrîk wê li Cambrîdge panel bê idarxistin.

BRIGHTON // 3’Ê MIJDARÊ // saet 16:00´an

Li Rojava şoreş û jê wêdetir: Perspektîfên li ser veguherînên demokratîk

Piştî nîşandana kurte fîlmên aktîvîstan, Janet Biehl, Ercan Ayboga û Dilar Dîrîk wê weke qiseker tevlî panelê bibin.

LONDON // 4’Ê MIJDARÊ // saet 19:00´an

Li Dibistana Xebatên Rojhilat û Afrîkayê (SOAS), bi beşdariya ji nivîskaran Ercan Ayboga û wergêr Janet Biehl panel bê lidarxistin.