Heta niha li ser rêzimanên Kurdî (Kurmancî) hin pirtûkên rêzimanê hatibûn weşandin, niha yeka din li wan zêde bû. Şêxmûs Aslan bi navê “Lêkolînek li ser rêzimana Kurdî (Kurmancî) pirtûka xwe amade kir. Pirtûk ji Weşanên NA’yê derket.
Pirtûk ji 477 rûpelan pêk tê û Aslan dibêje ku 15 salan ew li ser pitûkê xebitiye. Aslan li ser armanca amadekirina pirtûkeke bi vî rengî dibêje, “Armanc naskirina qeydeyên zimên e. Loma di vê xebatê de, ez ji qeydeyê tê zanîn re li mînakan negeriyam. Min xwest, ez qeydeyên di bêje û hevokên Kurmancî de hene, bidim naskirin, lewra ew qeydeyana perwerdeya zimên in.” Aslan îdîayeke mezin tîne ziman: “Kesên ku rêzimana Kurdî nivisîne, yek jî bi fîlolojîya Kurdî perwerde nebûne” û wisa didomîne: “Pirî wan nivîskaran mamoste ne û bi Tirkî perwerde bûne. Eger kesên wekî me kanin rêzimanan binivîsin, va yeka ne ji şarezatiya me ye, ji tekûzbûn û sivikbûn û zelalbûna vî zimanê şîrîn e.” Di pirtûkê de her mijar bi tabloyan hatiye dayîn û di dawiya pirtûkê de jî nêzî 40 rûpelî tenê ji bo tabloyan re hatiye veqetandin. Di van tabloyan de mijar hatine ravekirin.
Nivîskar Şêxmûs Aslan sala 1955’an li gundê Kolbexta Erxeniya Amedê hatiye dinê. Ew mamosteyê teqawît e û di nav xebatên Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kurdî-Derê de kar kiriye. Heta niha jî Ferhenga Biwêjan (2015) û Ferhenga Gotinên Pêşiyan (2015) ji xebatên wî yên çapkirî ne.
AMED