Yek ji weşanxaneyên li Kurdistanê herî zêde bi zext û zordariyê re rû bi rû dimîne, Weşanxaneya Aram e. Weşanxwane ji bo piştgiriyê bide dîlên azadiyê kampanyaya şandina pirtûkan ji bo girtiyan da destpêkirin. Kampanyaya ku li Amedê weşanxaneyan pêşengiya wê dikir, niha li Stenbolê dewam dike. Xwendevanên diçin Pirtûkxaneya Aramê ya li Beyogluya Stenbolê, an pirtûkên ji malê anîne û yan jî bi pirtûkên ku dikirin, piştgiriyê didin kampanyayê. 

Bi ragihandina Rewşa Awarte re, zext û faşîzma li girtîgehan gelekî zêde bûye, ji bo pireyek di navbera girtî û kesên derve de bê avakirin, her kes dikare ji dîlên azadiyê re pirtûkan bişîne.

 

Kargoyek amade ye

Xebatkara pirtûkxaneyê Fatma Arslan der barê girîngiya kampanyayê de axivî û eşkere kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin girtîgehan û got, “Girtiyên ku rewşa wan a aboriyê ne baş e, ji bo piştgiriya pirtûkan bidin wan û têkiliyek bi wan re bê avakirin, ev kampanya hat destpêkirin. Em dixwazin kesên ku tên Pirtûkxaneya Aramê, destpêkê li vir pirtûkekê bikirin û piştgiriyê bidin kampanyayê. Dîsa kesên li malê pirtûkan dixwînin, li şûna ku pirtûkan di refan de bigirin, bila piştgiriyê bidin kampanyaya me. Me dest bi girtina pirtûkan kir. Gelek baş diçe. Kargoyeke me niha amade ye.”

Arslan destnîşan kir ku mirov dikarin pirtûkên xwe jî bişînin û wiha pê de çû: “Ev pirtûkên ku em dişînin, em dekonteke şandinê ji postaxaneyê jî digirin. Bi vê rêyê em bi girtiyan re peywendiyeke nameşandinê jî datînin. Bi vê rêyê ji kîjan girtiyan re pirtûk çûne yan jî neçûne, em hîn dibin.”

 

Em têkiliya di navbera derve û hundir de 

Arslan diyar kir ku ji derveyî pirtûk û bêhnstandinê, alternatîfeke din a girtiyan tine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê pirtûkên ji derve diçin dixwînin, divê em bi wan re di nav têkiliyê de bin.” Arslan da zanîn ku wan li ser hesabê medyaya civakî jî pirtûk berhev kirine û bang li gel kir da ku piştgiriyê bide kampanyayê.

Kesên bixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê, dikarin miracaet bikin li navnîşana Weşanxaneya Aramê ya Taxa Katîp Mustafa Çelebî, Kuçeya Çukurlu Çeşme 6/A, Beyoglu/Stenbolê. 


 STENBOL