Li seranserî Kantona Cizîrê 13`ê Îlonê, sala nû ya perwerdeyê dest pê kir. Piştî birêxistinkirina dibistanan û şagirtan bi dawî bû, Desteya Perwerdê û Hînkirinê bi hevkariya Yekîtiya Mamoseteyan a Kantona Cizîrê pirtûk li dibistanên seretayî yên bajarê Hesekê belav kirin.
Pirtûkên ku hatin belavkirin jî hemû materyalên ku bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Desteya Perwerdeyê ve hatibûn amadekirin.
ANHA / HESEKÊ