
Nivîskar û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo di nava 2 mehên dawî de 3 pirtûk çap kirin. Ji van 2 pirtûk ji aliyê Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Celadet Bedirxan ve hatin çapkirin.
Nivîskar û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo di nava 2 mehên dawî de 3 pirtûk nû çapkirin, yek ji pirtûkan a helbestê ye, yek jî çîrokên ji nava civakê berhev kirine û ya sê yemîn jî helbestên kevin ên zarokan e. Pirtûka yekem ku bi navê “Şewq û Finer” ji 150 rûpelan pêk tê û naveroka wê helbestên evînî, pesinî û beşek jî helbestên zarokan pêk tê.
Pirtûka duyemîn jî bi navê “Serpêhatiyên Jîwarî ji civaka kurdwarî” hate çapkirin, div ê pirtûkê de jî çîrokên ku serpêkhatyên civaka Kurdî yên di salên dirêj de hatine berhevkirin û hatine rêzkirin. Ev pirtûk jî ji 150 rûpelan pêk tê. Di pirtûka sêyemîn de ku bi navê “Minminîkên Rêngîn li nava gulên bi bîn” ji 300 rûpelan pêk tên, di vê pirtûkê de 300 helbestên taybet bi zarokan ên kevnar ên kurewrî hatine berhevkirin.
Derbarê girîngeiya pirtûkan Nivîskar û Lêkolîn Salihê Heydo got ku çanda zarokan ne hetiye parstin û tu helbestvan û nivîksaran barê parstina wan ne giritiye ser xwe û wiha dom kir: ” Ji ber vê yekê min dest ji hin karê xwe berde û min xwe ji berhevkirina helbestên zarokan ên kevin kom kirin. Ji bo min ev karê herî mezin e ku ez pêk tînim. Min ev pirtûk kir nav destê zarok û gelê Kurd da ku fayîde jê werbigirin.”
Salihê Heydo heta niha 11 pirtûkên zarokan amade kirine, ji van hin hatine çapkirin û hin ji wan jî hîn dê werin çapkirin. Heta niha hejmara helbestên zarokan ên Heydo nivîsne û berhevkirine gihiştiye hezar û 200 î.
‘Gelê bê çand wekî laşê bê rihe’
Heydo da zanîn ku armanca wî ji berhevkirin û parastina wêje û foliklorê Kurdî ew e ku çanda bi salan di bin pencên zordesta de bû tune nebe û wiha dom kir: “Dema dixwazin gelekî tune bikin, çanda wî tune dikin. Ji ber vê yekê ez li dijî wan siyasetên wan hewl didin ku ez çand û wêjeya Kurdî biparêzim. Gelê bê çand wekî laşê bê rihe. Ez bi kar û xebatên xwe yên salan serbilind im.”
Salihê Heydo di sala 1956’an li gundê Hesê Oso yê Amûdê ye û ji nişecihên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Bi berhevkirina foliklor, çand û wêjeya Kurdî tê naskirin. Gelek kar û xebat ji bo berhevkirina folklore û çanda kurdî meşandine. Yekem pirtûka wî ya bi navê Kêferat di sala 1985’an li Paytexta Lubnanê Beyrûtê hatiye çapkirin.