Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ronakê hunermend û nivîskaran pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin.

Înîsiyatîfa Ronak bi boneya piştevaniya nivîskarên girtî bi dirûşma “Edebiyat azad e” bi beşdariya nivîskar û hunermendan pirtûkên girtiyan da îmzekirin. Çalakiya pirtûkîmzekirinê li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li Semta Ofîsa Amedê pêk hat.

Stranbêj Şîlan Dora, şanoger Berfîn Emektar, nivîskar Selîm Temo, nivîskar Dilawer Zeraq û nivîskar-rojnameger Rêdûr Dîjle di çalakiyê de amade bûn û li şûna girtiyan pirtûkên wan ji bo xwîneran îmze kirin.

 

 MA/AMED