Gelek pirtûkxane, çapxane û navendên firotina  pirtûkan li Silêmanî hene. Lê pirraniya wan vala ne. Xelkê elaqedar sedema wê jî weke perwerdenekirinek baş a civakê û bikaranîna zêde ya medya civakî şirove dike. Karmendekî Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmanî jî diyar kir ku rojane tenê 50 kes serdana pirtûkxaneyê dikin, pirraniya wan jî ji ber lêkolînên zanistî serdana pirtûkxaneyê dikin.

Tevî ku Silêmanî wekî paytexta rewşenbîrî tê naskirin jî lê niha wekî bajarên din ên Herêma Kurdistanê rêjeya kesên pirtûkan dixwînin, gelek kêm bûye. Li gorî lêkolînên Rojnewsê li ser vê mijarê, pirraniya ciwanan giringî bi hertiştî didin, lê tenê ji bilî xwendina pirtûkan. Li gorî tê dîtin jî kafeterya tije û pirtûkxane vala ne. Bazara firotina pirtûkan jî gelek kêm bûye.

Tozê girtiye pirtûkan

Li dikane pirtûkfiroş Hawjîn Mihemed, tozê girtiye pirtûkan. Hawjîn Mihemed diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê hîna xwendin nebûye çandek: "Bi taybetî pirraniya ciwanan niha naxwînin, şarezabûna wan di ti aliyekî de tine ye. Hinek ciwan hene bi navê nivîskarekî Kurd jî nizanin, wê çawan bikarin navê nivîskarekî biyanî bizanin, an jî wê zanyariyên wan li ser rewşa Kurdistanê û derveyî Kurdistanê çêbe."

Hawjîn Mihemed, sedemê kêm xwendina pirtûkan bi perwerdeya malbatê ve girêda û diyar kir ku hîna di zarokatiyê de zarok fêrî xwendinê nayên kirin, heta ku xwendin di mejiyê wan de wekî çandekê lê were.

Ciwan bêhtir in

Ev 40 sal in Selah Mistefa Pirtûkxaneya Jiyan li Silêmanî bi rêve dibe, Selah diyar kir ku li gorî xwendekarên zilam, jinên ciwan zêdetir diçin pirtûkxaneyê. Selah di dewama axaftina xwe de jî got: "Pirraniya ciwanên ku serdana pirtûkxaneyê dikin, daxwaza pirtûkên ku wana bigihînin kêfxweşiyê û aramiyê dikin. Sedema vê yekê jî ew e ku Kurd hertim di nava xem, êş, nexweşî û pêşbaziyên siyasî de derbaz dibe."

Selah Mistefa di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku medya civakî bandoreke wisan li pirraniya beşên civakê kiriye ku êdî zêde kes giringî bi zanyariyên pirtûk, rojname û kovaran nede.

Ax torên medya civakî!

Xwendekara Beşa Bazirganiyê li Zanîngeha Silêmanî, Şaciwan Hîdayet, diyar kir ku di nava salekê de tenê wê 6 pirtûk xwendine û wiha dewam kir; "Ji ber ku zêde giringî bi torên civakî didim, pê re nagihim pirtûkan bixwînim. Bi şev jî temaşeyî diramayên biyanî dikim."

Karmenda Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmanî Kelsûm Mihemed, navê kesên ku pirtûkan bi awayê xwestin dibin li pirtûkxaneyê tomar dike. Kelsûm Mihemed destnîşan kir ku ew 16 sal in di pirtûkxaneyê de kar dike, bi qasî ku xwendekar pirtûkan ji bo lêkolînan dibin, ewqas ji bo xwendin û zanyarî girtinê nabin. Rojane tenê 50 xwendekar serdana pirtûkxaneyê dikin û jimara xwenekarên jin ji yên mêr zêdetir e.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ