DENÎZ ÎKE / AMED
Ciwanê bi navê Îlyas Karagoz li navçeya Amedê Sûrê, pirtûkxaneyek vekir û tenê pirtûkên Kurdî lê hene. Karagoz got, wî xizmeta ji bo Kurdî li ser xwe weke erkekê dîtiye, lewma ev pirtûkxane vekiriye.
Li taxa Ziya Gokalp, Îlyas Karagoz li kargeha xwe ya otantîk ‘Pirtûkxaneya Amedê’ ku tenê pirtûkên Kurdî lê ne, vekir. Karagoz dibêje, di vê serdema dîrokî de ku partiyên Kurdan tên gel hev û ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî kar dikin, min jî tişta ket li ser milê xwe kir.
Hem bazar û hem galerî
Karagoz da zanîn ku berî 7 salan wan kargeha otantîk vekir û wiha axivî: ”Ji zarokatiya xwe ve elaqeya min ji bo şûnwarên dîrokî û huner heye. Berî em kargeha xwe vekin, demeke dirêj em li avahiyeke dîrokî geriyan. Piştî me avahî dît, li vir me bazara otantîk vekir û li jora bazara otantîk me xwest galeriya huner vekin. Li jêr bazara otantîk, li jor jî galeriya huner. Di galariya huner de peyker, tablo û hunerê destan seramîk hene. Berî çend mehan me biryar da ku li ser galeriya huner, pirtûkxaneya Kurdî zêde bikin.”
Li dijî siyaseta bişaftinê
Karagoz got, berî bi mehekê, xebatên pirtûkxaneya Kurdî qediyane, elaqeya ciwanan jî ji bo pirtûkxaneyê zêde ye. Karagoz destnîşan kir ku di pirtûkxaneyê de pirtûkên ji bo zarokan, roman, çîrok, helbest, ferheng û serpêhatiyên Kurdî hene. Karagoz got, li Tirkiye û Kurdisanê dewleta Tirk bişaftineke dijwar li ser zarok û ciwanan ferz dike. Karagoz li ser babetê wiha dewam kir: ”Paşeroja welat bi zarok û ciwanan ronî dibe. Ji bo vê yekê jî pirtûkên ji bo zarok û bi taybetî ji bo ciwanan li pirtûkxaneya me hene. Xizmeta ji bo Zimanê Kurdî wezîfeyeke li ser her Kurdî, min jî ev yek ji bo xwe weke erkekê dît û min pirtûkxaneya Amedê vekir.”
Em xwedî li zimanê xwe derkevin
Ciwanê bi navê Cûma Karakoç ku rojê 4 saetan li pirtûkxaneyê wextê xwe bi xwendina pirtûkan dibihurîne, got, ”Dema ku ez li gund bûm, ez hînî Tirkî kirim, piştre hînî Kurdî bûm. Li ser civaka Kurdan polîtîkayên bişaftinê di asta herî jor de ne. Li hemberî polîtîkayên bişaftinê divê her ciwanê Kurd bi zimanê xwe bixwîne û binivîsîne. Dema ku em li kuçeyan digerin, em dibînin ku ti kes êdî bi Kurmancî û Kirmanckî neaxive. Berî her tiştî divê mirov hînî zimanê xwe bibe. Li Sûrê pirtûkxaneya Amedê ku tenê pirtûkên Kurdî lê hene, vebûye û ev jî kêfxweşiyeke gelekî mezin e. Divê pirtûxaneyê de pirtûkên bi Kirmanckî û Kurmancî hene. Di nava rojê de ez 4 saetan pirtûkên Kurmancî û Kirmanckî dixwînim.”