
Pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê yek ji navendên zanistî rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ye ku ev 74 sal in xizmetê ji xwendevanan, zanist û zimanê edebiyata Kurdî re dike.
Pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê di sala 1944’an de bi destê helbestvan Pîremêrd li bajarê Silêmaniyê hatiye vekirin. Niha ev pirtûkxane yek ji pîrtûkxaneyên herî dewlemend ya dîroka Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Zêdeyî 120 hezar çavkaniyên bizimanê Kurdi Erebî, Farisî û Ingilîzî têde hene.
Çavkaniyên bi çar zimana
Rêveberê pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê Alan Reûf têkildarî pirtûkxaneyê axivî. Alan Reûf got ku pirtûkxaneya wan ji çend beşan pêk tê û beşên heyî wiha rêz kir:”Pirtûkexaneya zarokan, beşa tomarkirinê, çavkaniyên Kurdî, Erebi, Farisî û Îngilîzî, beşa înternetê, beşa lêkolînê, salona semîneran û hinek beşên din û beşa rêveberiyê.”
Par 11 hezar kes zîyaret kiriye
Alan Reûf der barê çûn hatina zîyaretvanan jî ev agahî da: “Li gorî werzan rewş diguhere. Lê ew bîlançoya em rojane werdigirin di navbera 50-80 kesan de rojane serdan çêdibin. Tenê di sala 2016’an de zêdeyî 11 hezar kes serdana pirtûkxaneya me kiriye. Li gel vê ji gelek semîner û xebatên din me rêxistin kiriye. Di sala 2016’an de me nêzî 25-30 çalakî pêk anîne û me festîvala herî mezin ya pirtûkan pêk lidarxistiye. Emê îsal jî di meha Nîsanê de festîvala duyemîn ya pirtûkan di roja pirtûkan ya cîhanê de lidar bixin.“
Daxwaziya alîkariyê dikin
Alan di dawiya axaftina xwe de ji hikûmetê daxwaza pişgtiriyê kir û got: “Sîstema elektronîk ji bo pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê hatiye danîn. Niha xebatên daxilkirina 120 hezar çavkaniyan tê kirin. Kompîtir hatine danîn da kar hêsan bibe û kesên serdan dikin hêsan bigihijin pirtûk û çavkaniyên dixwazin bigirin. Em ji hikûmetê jî daxwaziya alîkariyê dikin da ku em bikarin di sala were de karên hîn berfirehtir û cidîtir bikin.”
Ji hemû astan xwendevan hene
Li aliyê din berpirsa beşa çavkaniyên Kurdî ya pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê Awaz Heme Ferec jî têkildarî wan xwendekarên ku serdana wan dikin wiha peyivî: “Xwendevanên hemû astan serdana pirtûkxaneya me dikin. Xwendekarên seretayî, navîn, peymangeh, zanîngeh û welatiyên normal jî tên serdanê dikin.”
Pirtûkxaneya zarokan
Her wiha rêvebera pirtûkxaneya zarokan ya ser bi pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê Gulistan Seîd jî wiha axivî: “Zarok dikarin her dem serdana pirtûkxaneyê bikin û sûdê ji pirtûkên perwerdê yên li vir werbigirin. Pirtûk bi çar zimanên serekî Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilizî hene ku zarok dikarin hem li vir bixwînin hem jî dikarin bibin malê.”
Gulîstan Seîd herî dawî diyar kir ku ji derveyî pirtûkxaneyê du salonên wan hene ku dikarin li wir civîn werin çêkirin û temaşeyê sînemayê bikin. Her wiha da zanîn ku fîlm rojên yekşem û sêşemê tên nîşandan.
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ