Pirtûkxaneya Mezopotamya ya bajarê Qamişlo di Gulana 2013`an de ji aliyê komîteya Tevgera Ciwanên Şoreşger piştî amdadekariyên 4 mehan hate vekirin. Endamên komîteyê berî ku pirtûxaneyê vebikin, li bajêr kampaniya berhevkirina pirtûkan dest pêkirin û di encamê de niha li pirtûkxaneyê nêzî 1000 pirtûkên siyasî, dîrokî, çandî, olî û pirtûkên derbarê dîroka Jinan de hene. Her wiha di pirtûkxaneyê de çîrokên zarokan û ferhengên bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Fransî jî hene.


Sibê heta êvarê vekirî ye

Pirtûkxane her roj ji saet 8`ê sibehê heta 4`ê êvarê vekirî ye û du endamên komîteya rêvebir pêşwaziya xwendevanan dikin. Hemû xwendevan piştî ku navên xwe û hijmara telefonên xwe qeyd dikin, ji bo 7 rojan pirtûkan werdigirin û bi xwe re dibin malê. Berpirsyara pirtûkxaneyê û Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Hêvîn Şêxo da zanîn ku rejîmên desthilatdar xwestine ku çanda xwe di nava ciwanan de belav bikin. Şêxo diyar kir ku armanca wan ji ew e ku raman û îdeolojiya civaka exlaqî û demokrat di nava pêkhateyên civakê de belav bikin. Endamê Ciwanên Şoreşger Rênas Hesen jî da zanîn ku xwendevan bi piranî pirtûkên siyasî didin ku di vî beşî de pirtûnên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hene.

ANF/QAMIŞLO