Piştî  15 salan bi pêşengtiya Komelên Ciwanên Mexmûr  (KCM) û Yekitîya Xwendekarên Azad (YXA) li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Mijdara 2015’an de Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar hatibû vekirin. Pirtûkxaneya li ser navê fermandarê mezin Şehîd Reşîd Serdar ku di Tevgera Azadiya Kurdistanê de weke Egîdê duyem tê binavkirin hat vekirin, ji bo xelkê Wargehê bûye navenda xwendin û lêkolînê.

Têkildarî avakirin,  armanc û girîngiya Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar, Endamê Meclîsa YXA’yê Bedran Yuruk axivî û got: “Ciwan û xwendekarên wargehê ji ber nebûna derfet û pirtûkxaneyan tenê pirtûkên girêdayî dibistanê dixwînin, ji ber vê çendê jî me pêwîstî bi vekirina vê pirtûkxaneyê dît. Bi vê pirtûkxaneyê re xwendekar û ciwanên wargehê  dikarin hîn zêde xwe pêşbixin.”

Herî zêde roman tên tercîhkirin

Yuruk di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di  destpêka vekirina pirtukxaneyê de xwendevanan  eleqeyek pir mezin nîşan didan, lê niha ev eleqe  pir kêm bûye û wiha pe de çû: ”Herî zede jî pirtûkên roman tên tercîhkirin û xwendin. Ji bo xwendina pirtûkan du hefte dem tê dayîn û li pirtûkxaneyê jî qeyda kes û navê pirtûkê li gel xwe dinivîsîn.”

 Pêwîstiya bi pirtûkan hê jî heye 

Di dawiya axaftina xwe de Yuruk ev bang kir; “Pêwîstiya me hê jî bi pirtûkan heye. Ji ber ku xwendin ronahiya jiyanê ye, em dixwazin çanda xwendinê di nava wargehê de pêşbixin.”

 Şehîd Reşîd Serdar 

Şehîd Reşîd li gundê Êrsi yê Sêrtê hatiye dinê. Ji ber polîtîka û êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd şehîd Reşîd Serdar di sala 1992’an de tevlî nava refên gerila dibe. Demekê li kampa Bekayê maye. 18’ê Mijdara 2012’an de li Zagrosê tevlî karwanên şehîdan dibe.


ŞOREŞ BENEK /  MEXMÛR