Hemû binpêkirin cih digirin
Aygun, anî ziman ku di 12 salên AKP'ê de bi hezaran mafên binpêkirinê pêk hatine û wiha axivî: "Ji ber ku balê bikişînin ser pirsgirêkên girtîgehên Tirkiyeyê piştî xebatek dûr û dirêj me hemû binpêkirina mafan hewl da ku di pirtûkek de bînin ba hev. Her wiha di girtîgehan de di pirtûka me de rapor û belgeyên ku rewşa 600'î zêdetir girtiyên nexweş vedibêje hene. Ev pirtûk nîşaneya herî şênber ya bêhiqûqiya ku li girtîgehan tê jiyîn e." Aygun, da zanîn ku bi baleke girîng bi girtiyan re ev pirtûk hatiye amadekirin û di demeke kin de jî bê çapkirin."
Aygun, destnîşan kir ku di pirtûkê de hemû binpêkirina mafan bê li ber çavan bê raxistin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku asta pirsgirêkên ku li girtîgehên Tirkiyeyê di çi astê de ne li Ewropayê jî bê dîtin pirtûk bi îngilîzî jî bê çapkirin." Aygun di dawiya axaftina xwe de got ku pirtûk dê ji hemû girtiyan re bê şandin û hemû hatinên pirtûkê jî ji Rojava re bê şandin.
AZÎZ ORUÇ/DÎHA/WAN