Ji Ermenan hîn bûne
Bartan pîşeya ji bavê xwe hîn bûye li gel zor û zepmet e jî didomîne. Bartan der barê karê xwe de wiha axivî: „Her roj parçeyên pola yên ku em li ser agir dikutin ve hin amûran çêdikin. Ez dikarim hemû amûran çêbikim. Di nava tiştên ku em çêdikin de das, çakuc, çakuşê kevir şikandinê, serê gopalan, tevir û hwd. heye.“ Bartan destnîşan kir ku li gorî demsalê amûran çêdike û di mehê zivistanê de ji bo pez û bizinan pel û şaxên daran birin „dahre“ çêdike. Bartan di berdewama axaftina xwe de wiha got: „Em ji bavê xwe hînî vî karî bûn. Em dixwazin hînî zarokên xwe bikin. heke wisa bidome ev pîşe dê ji holê rabe.“ Bartan anî ziman ku bav û kalê wî ji ermanan hînî vî karî bûne û heta roja îro anîne.
Tenê dikare debara xwe ya rojane bike
Bartan anî ziman ku ji bo ku ev pîşe tune nebe biraziyê xwe hînî vî karî kiriye. Bartan bilêv kir ku ew vî karî gelekî hez dike û qet teknolojiyê bi kar nayne û her tiştî dikare çêbike. Bartan ji ber ku karên wan ne wek berê ye ji ber vê yekê jî bi gazinc e û got ku ancax dikarin debara xwe ya rojane bikin.
DÎHA/ŞIRNEX