Tîma lêkolîneran a zaningeha Oregon State ya Emerîkayê encamên lêkolîna xwe ya di derbarê ‘perwerdekirina pisîkan zehmet e’ û ‘pisîk nankor in’ de aşkere kir. Li gorî encamên tîmê nêrînên derbasdar yên li ser pisîkan qet ne weke ku em dizanin in. Lêkolîneran ji bo ceribandina xwe di xebata xwe de 55 pisîk bi kar anîn ku ji wan 23 kedîkirî ne. Di ceribandinê de her pisîkek 2 saet û nîvan di hucreyeke girtî de bi hin alavên ji wan hez bikin re bi tenê hatin hiştin. Bi vê yekê armanca lêkolîneran ew bû ka gelo bala pisîkan çi dikişîne. Her çendî hin pisîkan ji vê yekê ti tiştek fêhm nekiribe jî 38 pisîkan bersivên hêja dan lêkolîneran. Bi çavdêriya ceribandê hat dîtin ku ji 38 pisîkan 19’an bala xwe ji pêlîstok û xwarinê behtir dane mirovan. Vê yekê jî diyar kir ku pileya bala pisîkan ya herî bilind ji bo mirovan e. Her wiha hat dîtin ku piştî mirovan bala pisîkan herî zêde li ser xwarinê ye. Li gel van enceman jî hat dîtin ku 4 pisîkan bala xwe daye pêlîstokan û yekê jî bala xwe daye bêhnê. Bi vê yekê jî hat gotin ku pisîk dixwazin bi mirovan re têkiliyan deynin.


NAVENDA NÛÇEYAN