Şandeya Rêxistina Denîmarkî ji Serokê buroya herîmî ya Rêxistinê li Tirkiyeyê Teresa Tavares, Serokê buroya Rêxistinê li Copenhagen, Yukon-bak û Dr. Peter Nelson pêk dihat.
Şandeya Rêxitina Emrîkî jî ji Nûnerê Rêxistinê Shin Mickelson, Endama Komîteya Parastina Mafên Zarokan Armick Eno, Berpirsê Piştgirî û Alîkariyê Marva Aakmosh û ji berpirsên Alîkarî û Avakirinê Hesan Mihemed û Hisên Çol beg pêk tê.
Kobanê di bin gefa mayinan de ne
Herdu şande derbasî avahiya Meclîsa Rêvebera ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn û bi Serokê Meclîsa Rêveber, serokên Desteyan û cîgirên wan re di salona civîna de civiyan. Enwer Mislim bi xêrhatina herdu şandeyan kir û destnîşan kir ku welatiyên Kobanê ji ber mayînên ku çeteyên DAIŞ´ê di Kantona Kobanê de çandine bi metirsiyê re rû bi rû ne.
Berpirsê Rêxistina Navnetwî ya li DYA'yê Shin Mickelson axivî û wiha got: ˝ Di destpêkê de dive em bizanin hewcedariyên sereke yên Kobanê û welatiyên wê çi ne heta ku em karibn bi hemû riyan alîkariya wan bikin. Me hevkarî bi Rêxistina Handî Kab a Nevnetwî re ku berê serdana Kobanê kiribû û rewşa Kobanê ya metirsiya mayînan şopandibû re hevkarî pêk anî.˝
Li ser navê Rêxistina Denîmarkî ya perwerde û hevkariya derbarê metirsiya mayînan de, Seroka Buroya Rêxistinê li Tirkiyeyê Teresa Tavares wiha got: “Rewşa li Kobanê gelekî tirajedîk e. Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin alîkariya Kobanê bikin. Em ê hemû deverên ku pêwîstiya wan bi paqijkirinê hene, lêgerîn û lêkolînên xwe bikin. Em niha tîmên taybet ji bo lêgerîn û bêbandorkirina mayînan perwerde dikin.”
KOBANÊ