Demeke dirêj li ser hin dezgehên çapemeniya Ingilîzînivîs, nexasim ên bi desteka Qeterê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin weşan dihatin kirin. Bi van weşanan nexasim jî rêveberî bi desthilatdarkirina Kurdan li ser Ereban dihat tohmetbarkirin. Niha di kovara The National Interest (kovara ku serê xwe bi berjewendiyên DYE´ê diêşîne) a Emerîkî de bi sernivîsa “Kurds and Arabs in Northeast Syria: Power Struggle or Power Sharing? (Kurd û Ereb li Bakurê Sûriyê: şerê ji bo desthilatê yan parvekirina desthilatê)” hat weşandin. Bi vê gotarê akademîsyen Amy Austin Holmes û rojnamevan Wladimir van Wilgenburg bersiv da tohmetbariyên çapemeniya Qeter pişta wê digire.
Beriya her tiştî. ew dibêjin li erdekî qederê 33 hezar û 310 kîlometreyên bi çarçik fireh ku sê caran li Kuweytê mezin e, qederê 5 milyon mirovan lê dimînin û di nava wan de Kurd, Ereb, Xiristiyanên Suryanî-Kildanî, tevî Êzîdî û Turkmenan hene, misogerkirina îstîqrarê û jinûveavakirin belkî ji tinekirina DAIŞ´ê jî zehmettir be. Jixwe piştî vê paşxanê ew dest bi analîza xwe dikin.
Tohmetbariyên sereke yên di çapemeniya ingilîzînivîs a Qeter li piştê ku bi meqaleyeke Elizabeth Tsurkov û Esam Al-Hassan yekcar derket pêş, wiha ne: Kurd naxwazin desthilatdariyê parve bikin bi Ereban re, ji QSD´ê nayê ku siyaseta eşîrê îdare bike, û ne pisporên pîşeyî lê kadroyên îdeolojîk Xwerêveberiyê bi rê ve dibin. Gotara di The National Interestê de van gunehbariyan li gorî tecrûbeya xwe ya dirêj a li herêmê “van tohmetbariyan bi niyeta xwe ya herî baş, weke dîtineke zêde seresere ya heqîqeta li cihê cih” bi nav dike. Li gorî wan ev meqale - û yên din ên heman çapemeniyê - li şûna analîzeke bi tewazûn a heqîqeta li cihî cih bike, agir berdide tansiyonên heyî. Gava vê dikin jî bi bîr dixin ku ev çapemeniya hanê timî xwe disipêre jêderên anonîm.
Kurd cih didin Ereban
Ew îdîaya dibêje, Kurd Ereban piçûk dibînin, bi wan re desthilatê parve nakin, wiha pûç dikin: YPG´ê hevkarî kir bi komên çekdarî yên bi temamî Ereb û yên bi pirranî Ereb re. Hewldana hevkariyê heta bi 2012´an diçe, fermandarên Meclisa Eskerî ya Dêra Zorê Ereb in, serokê wê Ebû Xewla jî ku fermandarê 4 hezar şervanan e. Li ser mijarê ew wekî din dibêjin, lîderên Kurd gelekî hestiyar in beramberî mijar û pirsgirêkên Eraban û wiha dewam dikin: “Heger Kurdan bi rastî bawerî bi Ereban neaniya, çima ew navenda rêveberiyê ji Qamişlo bibin bajerekî Ereban, bi awayekî çalak hewl bidin Ereban bixin nava QSD´ê û hêzên Ereb ên ewlehiyê wezîfedar bikin ji bo parastina avahiyên girîng li bajarên Kurdan jî?”
Ji eşîran fêm dikin
Tohmetbariya fêmnekirina ji eşîran û siyaseta wan jî bi çend argumana hatiye pûçkirin. Îşaret bi komî cezakirina Kurdan tê kirin ku ji serdema Baesê heta bi qirrkirina li Efrînê û gotar dibêje, Kurd cezakirineke komî nadin ber xwe û berê jî nedane ber xwe. Ji sala 2013´an ve hevkariya YPG û Kurdan bi eşîrên weke Şemar, Cebûr, Amesayel û Şerabiya tê kirin. Foruma eşîran a bi beşdariya 5-6 hezar malmezinên eşîran jî tê bibîrxistin û tê gotin, “Heta, QSD her wiha red dike ku destûrê bide eşîrên di nava wê de eşîrên bi DAIŞ´ê re hevkarî kirine bi awayekî komî ceza bike. QSD´ê ji ber vê rola eşîra el-Şeytat di Şerê Tinekirina DAIŞ´ê de kêm kir.”
Herçî tohmetbariya elaqedarî kadroyên PKK´ê ye û nebûna pisporan e jî, herdu nivîskarên meqaleyê dibêjin, “Bi helemana rola kadroyên PKK´ê jî mezin dikin. Ji 2011´an ve kadroyên PYD´ê pêvajoya rêveberiya xweser a cihî bi rê ve dibin. Gelek ji wan welatiyên Sûrî yên ji devera xwe ne, li Qendîlê nehatine perwerdekirin û weke gerîla şer nekirine. Akademiyên nû hatin vekirin ji bo perwerdekirina ´kadroyên cihî´. Sîstema komunan ne tenê bi kadroyan tê bi rê ve birin; Kurd û Erebên sempatiya wan ji sîstema nû re heye vê dikin.”
Tohmetbariyên li dijî Rêvberiyê derew in
Li aliyê din ew qebûl dikin ku kadro gelek caran jî serketî karîne pirsgirêk û arîşeyan çareser bikin, û ne xerîb in ji bo civakê û herêmê: “Hezîrana 2019´an 36 saetan şer qewimî di navbera qebîleyên el-Bucemîl û el-Buferyo de û tenê bi destwerdana eşîran QSD´ê ev şer rawestand û çareser kir.”
Ji bo meseleya pisporan jî ew îdîayên li dijî rêveberiyê pûç dikin: “Di Rêveberiya Xweser de gelek mirovên zanîngeh qedandî, tevî tecrûbeyeke dirêj a pîşeyî, hene. Hevserokên Meclisa Gel a Dêra Zorê ev kes in; Dr. Xessan el-Yûsif ku doktoraya wî di beşa aboriyê de heye û Leyla Hesen ku ji beşa wêjeya Erebî derçûye. Em çûn serdana nexweşxaneya wir bijîşk Dr. Husam el-Elî serokê Xizmetên Tenduristî û Dermankirinê bû. Bi serokê perwerdeyê (li Dêra Zorê) kemal Mûsa re em çûn serdana dibistanekê. Pirr zehmet bû ku profesyonalîzma wan û biryardariya wan tesîrê li mirov neke… Kurt û Kurmancî îdîaya ku dibêje Rêveberiya Xweser pisporên perwerdebûyî nagire kar, ne rast e.”
Weke encam nivîskarên gotarê vê pêşniyazê li DYE û Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê dikin: “Heger DYE dixwaze têkçûna demdirêj a DAIŞ´ê misoger bike, divê em her 79 endamên Koalîsyona Navneteweyî teşwîq bikin da ku desteka xwe ya malî û siyasî ji bo biîstîqrarkirinê û jinûveavakirinê zêde bikin… Rayedarên DYE û Koalîsyonê divê her wiha zextê bikin li Tirkiye û Iraqê da ku sînorên xwe vekin ji gihandina alîkariya insanî, tevî hewcehiyên dibiatanan da ku dibistan beriya Îlonê amade bin. Li dijî jinûverabûna DAIŞ´ê hêzên ewlehiyê yên pispor, gelekan dihewîne nav xwe û karîger jî lazim in. Di destê DYE´yê de derfeteke kêmdîtî heye ku pê tesîreke êrênî li rewşa insanî li herêmê bike. Niha dema karkirinê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN