Diyar Xerîb:Ez bawerim berxwedana gelê me yên li çar parçeyên kurdistanê dikare destkeftiyên heyî biparêze. Çalakiyên ku îro li hepsên Bakurê Kurdistanê, Ewrupa, Hewlêr, Silêmanî, Şengal, Mexmûr û gelek cihên din yên cîhanê ku ji bo şikandina tecrîda ser Rêber Apo pêktên, vê rastiyê dide nîşan.

Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb, têkildarî salvegera damezrandina Komara Kurdistanê (ya li Mehabadê), tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û yekîtiya neteweyî de peyivî.

Xerîb di destpêka axaftina xwe de şehîdên Komara Kurdistanê bi bîr anîn û got, “Komara Kurdistanê temenê xwe kurt bû, lê di vê dema kurt de ezmûneke baş ji bo birêvebirin, demokrasî û mafê mirovan pêşkêşî gelê Kurdistanê û mirovatiyê kir. Destketiyên Rojava nimûneya zindîbûna Komara Kurdistanê ye.

Niha li Rojavayê Kurdistanê gelek destketiyên mezin hene. Destketiyên Bakur û Başûrê Kurdistanê jî nimûneyên zindî ne. Ji ber ku me par dît, dijminên me li ser mijara Kekûkê, ji bo êrişkirina ser Başûrê Kurdistanê yekgirtî bûn. Di mijara Efrînê de jî me dît çawa ji bo êrişkirina li ser bajarên Kurdistanê yekgirtî bûn. Me dît dijmin û neyar çawa êriş kir, û dewletên cihanî jî çavê xwe li van êrişan girtin.

Pêwîst e ku em yekgirtî bin û di demên teng de pişta hev bigirin."

Dikarin maf û azadiyên xwe biparêzin

Diyar Xerîb di dewama axaftina xwe de hemû çalakgerên grevên birçîbûnê jî silav kirin û  got, “Em weke KCK´ê di wê baweriyêde ne ku gelê me yê li çar parçeyên kurdistanê û dostên me yên li derveyî welêt, di wê astê de ne ku dikarin bi yekîtiya xwe destketiyên demokratîk yên Kurdistanê biparêzin. Çalakiyên ku îro li hepsên Bakurê Kurdistanê, Ewrûpa, Hewlêr, Silêmanî, Şengal, Mexmûr û gelek cihên din yên cihanê ku ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo pêk tên, vê rastiyê didin nîşan. Her wiha piştgiriyên derve jî ji bo van çalakiyan, wê yekê piştrast dikin ku êdî gelê Kurdistanê gihîştiye wê astê ku, dikare maf û azadiyên xwe biparêze.

Heta Azadiya Rêber Apo

Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb di dawî de got, "Weke KCK´ê em bi her awayî piştgiriya çalakiyên we dikin. Em hêvîdar in ku gelê Kurdistanê, dostên me û mirovhez li her devera Kurdistan û cihanê, zêdetir xwedî li van çalakiyan derkevin. Divê em ji ker kesî re bibêjin, gelê Kurdistanê tê înkarkirin û bê nasnamekirin. Heta maf û nasnameya gelê Kurd neyê qebûlkirin, Rêber Apo ji hepsê dernekeve, dîrok hesab ji pergala qirrker naxwaze, aştî û aramî li cihanê û herêmê pêk nayê.”

 

ROJNEWS / QENDÎL