Çalakiya piştgiriyê ji aliyê Navenda Civaka Kurdistaniyan a Demokratîk a Sydney û Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Sydney ve hat organîzekirin. Di aktîvîteya piştevaniya bi HDP’ê re nêzî 300 kesên ji gelên cuda yên wek Kurd, Tirk, Ermenî, Laz, Asûrî-Suryanî amade bûn. Tuncel di axaftina xwe de diyar kir ku HDP tam jî vê pêkhateya pir çandî û pir civakî temsîl dike û ji ber vê jî ji nasnameyên cuda mirov wek namzet nîşan daye. 

Tuncel anî ziman ku vê hewldana HDP’ê AKP û Erdogan kiriye nav tengaviyê û got, “Ji bo pêşiya vê pêşketina HDP’ê ya nayê rawestandin bigirin, her cure provokasyonan pêk tînin. Bi provokasyona Agirî plan dikirin ku ji nû ve şer bidin destpêkirin. Divê kesên dil dane HDP’ê pir hişyar bin.”

Tuncel paşê çû serdana Navenda Çanfê ya Elewiyan a li Sydney, têkildarî nêrîna xwe ya der barê pirsgirêka Elewiyan û rêyên çareseriyê de pêşniyarên xwe vegot.

Tuncel her wiha paşê Navenda Xizmetên Civaka Kurd-Tirk a Awûstralya ziyaret kir.

Êvarî xwarina piştevaniya bi HDP’ê re jî hat dayîn. Tuncel li vir jî axivî û xwest HDP’yiyên li derveyî welêt hemû hêza tevlî xebatên hilbijartinê bikin. 


 ANF/SYDNEY