Komeleya Malên Piştevaniyê û Rêxistina HDP'ê ya Kadikoyêm li Parqa Yogurtçu ya Kadikoyê panela "Rojhilata Navîn ber bi ku ve diçe" li dar xist. Nivîskar Faîk Bulut, Ji Tora Piştevaniya bi Gelê Fîlîtînê re Selîm Sezer, Endamê Meclîsa HDP'ê Orsman Ergîn û ji Komeleya Malên Piştevaniyê Ersîn Çatalkaya tevlî panelê bûn. Nivîskar Faîk Bulut diyar kir ku dîroka Rojhilata Navîn dîroka mêtîngeran e û kurd li ser erdnîgariya hate perçekirin cuda cuda têkoşînê didin. Bulut, anî ziman ku geşedanên li Rojava pêk tên tenê siyasî nîn in di heman demê de şoreşa civak û civakî ye.
Dayîkên Aştiyê yên Edene, Meclîsa Jinan a HDK û PHD'ê li Edeneyê ji b êzdiyan kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi gel re civîn li dar xistin û bi rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kirin û xebatên xwe li taxan didomînin. Endama Dayîkên Aştiyê Şukran Çelebî, diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de melzemeyên paqijiyê, zexîre, pateyên zarokan û mamayên zarokan komkirine. Çelebî, anî ziman ku kesên dixwazin alîkariyan bikin dikarin teslîmî nûnertiyên PHD'ê yên taxên Şakîrpaşa, Gulbahçesî, Daglioglu, Karasu, Denîzlî, Kuçukdîkîlî, Sarihamzali, Barbaros, Hurriyet, Yenîbey, Gurselpaşa bikin. Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji bi piştgiriya şaredariyê kampanyaya hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de hevşaredarên navçeyê esnaf ziyaret kirin û alîkarî xwestin. Esnafên navçeyê jî gotin: "Heke gelê Rojava û Şengalê rihet nebe em jî rihet nîn in." piştgirî dfan kampanyayê.
Li taxa Ortaklar a navçeya Germencîkê ya Aydinê jî Meclîsa Ciwanên Welatparêz ên Ortaklarê li Qada Newrozê ji bo Şengal û Rojava konê alîkariyê vedan. Lê belê kon rastî êrişa Tirkên faşîst hat. Welatiyên li zozanên Feraşîn û Çayla yên di sêgoşeya Wan, Colemêrg û Şirnexê jî ji bo gelê Şengalê û Rojava di navbera xwe de pez kom kirin. Welatiyan diyar kir ku ew welatiyên êzdî tenê nahêlin.
NAVENDA NÛÇEYAN