Ji Meclîsa 40'an ku ji oldar û nûnerên nijadên wekî ermenî, sûryanî, kildanî, dûmanî, tirkmen û Kurdan pêktê heyetek di 26'ê gulanê de li Vatîkanê bi bi Rêberê Xirîstiyanên Katolîk Papa Franchesco re hate ba hev. Heyeta ji Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Parêzer Mihemed Dara Akar û Şêx Nekşî Bakûrkî pêk dihat têkildarî serdana xwe ya bi Papa Franchesco de hin agahî dan.

Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş diyar kir ku ew ji bo meclîsa 40'an bidin nasandin û piştgiriya Papa ji bo pêvajoya diyalogê werbigirin çûn serdanê. Demîrbaş anî ziman ku Papa ji bo pêvajoya diyalogê piştgiriya xwe anîye ziman û gotiye : "Xwedê bi we re be, Ez hêvî dikim ku hun bi serkevin."
Demîrbaş da zanîn ku wan li ser rewşa Rojhilata navîn û pirsgirêka Kurd nameya ji 2 rûpelan pêk hat radestî Papa kirine û got: "Papa pirsgirêkên rojhilata navîn û Tirkiye ji nêz ve dişopîne. Komkujiya Somayê bi tûndî rexne kir, ji malbatên Somayê re sersaxî xwest û bi taybet slavên xwe ji amediyan rêkir."
Biraziyê Şêx Seîd, Parêzer Mihemed Dara Akar jî derbarê serdanê de axivî û wiha got: “Projeyên Meclîsa 40’an projeya Aştî û Demokrasiyê ye”. Dara Akar da zanîn ku cara yekemîne ku heyetek ji Kurdistanê serdana Vatîkanê dike ev tiştek pir giringe û ev tişt gotin: "Dema ku em temaşeyî Rojhilata navîn bikin ku binavê ol û baweriyên pîroz şereke qirêj didin meşandin û baweriyan weke bergal bikartinin."

Li ser 5 mijaran nîqaş

Endamê Meclîsa 40'an Şê Nekşî Bakûrkî ku tevli hevdîtinê bûye anî ziman ku wekî Meclîsa 40’an liser 5 xalan bi papa Franchesco re hevdin pêk anîne û ev agahî dan: "Me li ser xalên wekî Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hîkûmeta Tirk ve hatiye avêtin, projeya din ya ku li qada hunerê Dêr û Mizgeft û mala Êzîdiyan werin çêkirin. Projeya sêyem jî bircên Amedê ji bikeve lîsta UNESCO'yê, projeya çarem ya herî girin jî me papa vexwend Amedê. Me êrîşên li dijî kesên ne musluman yên li Rojhilata Navîn jî bi zimanek tund şermazer kir."



OMER ÎKE/DÎHA/AMED