Li gelek navendên Ewropayê çalakiyê şermezarkirina êrişan pêk hatin. Di çalakiyan de bi slogan, axaftin û daxuyaniyên hatin dayin berxwedana gelê Ferqînê hate silavkirin û peyama ‘Ferqîn ne bi tenê ye’ dan.

ZURÎCH: Li Zurîchê bi pêşengiya Ciwanên Azad, li navenda bajêr çalakiyek hat lidarxistin û terora dewletê ya li Farqînê hat şermezarkirin. Çalakiya ku li ber Rathaûs a Zurîchê destpê kir, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê bi dawî bû. Tevî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), MLKP, ÎGÎF, OSP û dostên Kurdan destek dan çalakiyê û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, protesto kirin.  

BASEL: Li Baselê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li Markplatzê mîtîngek hat lidarxistin û terora dewletê ya li Farqînê hat şermezarkirin. Di çalakiya li ber Parlamenta Baselê de DEM-KURD, ÎGÎF, Platforma Dengê Girtiyan, Platforma Yekîtiya Têkoşînê, SYKP û dostên Kurdan amade bûn. Dirûşmên “Bijî Berxwedana Farqînê“, “Gelê Farqînê ne bi tenê ye“ û “Rondikên çavên dayikan wê Erdogan bifetisîne“ li kolanên Baselê deng vedan. Çalakî bi daxuyaniyê bi dawî bû.  

AMSTERDAM: Bi qasî 100 çalakgerên li Hîlversûmê civiyan, ber bi avahiya qenala TV ya neteweyî ya Hollandayê NOS ve meşiyan. Çalakger li ber avahiyê bi rayêdarên qenalê re hevdîtin kirin û daxwazên xwe ji rayedaran re ragihandin.  Li aliyê din, komek ji ciwanen Kurd li balafirgeha Schîpol a li nêzî Amsterdamê, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Farqînê çalakiyek lidar xistin. Ciwanan bi qîrîna dirûşmeyan dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana li Farqînê silav kirin.  

ARNHEM: Li bajarê Hollanda Arnhemê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo destekkirina berxwedana Farqînê mîtîngek lidar xist. Di axaftinên li vir de berxwedana li Farqînê û gelemperiya Kurdistanê hat silavkirin û hat gotin, “Farqîn warê Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Delîla ye. Wê ti carî teslîm nebe. Em ê gelê Farqînê bi tenê nehêlin.“ Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Erdogan“, “Terorîst Tirkiye“ hatin qîrîn.

DUSSELDORF:  Kurdistaniyan li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û tevgera jinên Kurd derketin kolanan. Elmanan jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de belavokên Elmanî hatin belavkirin û komkujiyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên, “Dewleta qatil, ji Kurdistanê bicehime”, “Faşîst Erdogan” hatin gotin. 

DORTMÛND:  Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Elmanya Dortmûndê dijîn, komkujiya hikûmeta AKP li Farqînê dike, şermezar kirin. Girseya gel a li gara bingehîn a bajêr civiya, mîtîngek pêk anî. Di mîtîngê de dirûşmên ‘Farqîn ne bi tenê ye“, “Kujer Erdogan“, “Bijî Berxwedana Farqînê“ hatin qîrîn.

STOCKHOLM: Li ser banga Tevgera Jinê ya Kurd, komek ji Kurdistaniyan ket hundirê avahiya Televîzyona Dewletê ya Dewletê û bi hilgirtina wêneyan, êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li Farqînê şermezar kir. Komê xwest bi rêveberiyên televîzyonê re hevdîtinê bike. Ji ber derengmayîna rêveberên televîzyonê Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Komek ji çalakgeran bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kir, dosyayek ji daxwazên xwe radestî rayedaran kir.

BRUKSEL: Ji aliyê Meclîsa Jinan a li Brukselê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwerêveberiyê çalakiya kon a ji bo rojekê hat lidarxistin. Di çalakiyê ku li qada Bruksel De Brouker hat destpêkirin, standa înformasyon hat vekirin, têkildarî şert û mercên Îmrali yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de, muzakereyên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd. 

LÎEGE: Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Çandê ya Lîege bi sedan Kurd, sosyalîst, Elewî û dostên gelê Kurd ên li ber KKTM’ê kom bûn saet 15.30 ber bi navenda bajêr çalakiyek li dar xistin. Di meşê de dowîzên ‘Li Farqînê komkujî heye’,’Li Kurdistanê ji Komkujiyên Dewletê re Bes e’, ‘Li hember komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemîne’, ‘Qatil Erdogan’,’Deng bide qîrîna Farqînê’ hatin hilgirtin û dirûşmên dewleta Tirk protesto dikin hatin gotin. Di daxuyaniya ku li qada Place Saint Lambert a li navenda bajêr hat dayîn, hat xwestin ku dawî li êrîş û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li  Kurdistanê were.Di çalakiyê de berxwedana Farqînê hat silavkirin.

PARÎS: Li Parîsê ji bo silavkirina berxwedana Farqînê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Li paytexta Parîs a Fransa Kurdistaniyan û dostên wan pêkanînên komkujer ên hikûmeta AKP’ê li Farqînê pêk tînin protesto kirin. Li yek ji garên mezin ên mezin Gar de nord çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Li çalakiyê de dirûşmên, “Gelê Farqînê ne bi tenê ye”, “Qatil Erdogan”, “ Bijî berxwedana Farqînê” hatin gotin. 

NANTES: Li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê, bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zîn, Navenda Civaka Demokratîk û Komeleya Engîn Sîncer, çalakiyek hat lidarxistin û komkujiya li Farqînê hat şermezarkirin. Bi qasî 300 Kurdistanî û Fransayî li Place de Commerce civiyan û ber bi navenda bajêr ve bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Farqînê“ meşiyan.


 NAVENDA NÛÇEYAN