
Meleyan bang li gelê Kurd kir û xwest li dijî zulm û zorê têbikoşin. Meleyan diyar kirin ku kesên li hemberi zulmê bêdeng dimîn cihê wan dojeh e.
MÊRSÎN: Bi hezaran welatiyên ku li baxçê Mala Çand û Perwerdehiyê ya taxa Guneyê ya Mêrsînê kom bûn ref girêdan. Bi hezaran welatiyên di çarçoveya Nimêja Înê ya Sivîl de kom bûn, nimêj kirin û piştgirî dan çalakvanên gireva birçîbûnê. Meleyen li pêşiya girsê nimêj kir bi Kurdî weaz da û operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir.
MANÎSA: Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî bi sedan welatî li Salona Konferansêya Musa Anter kom bûn û nimêja înê kirin. Welatiyên ku li salona Konferansêya Musa Anter a Rexistina BDP'a Turgutlu kom bûn, operasyon û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Beriya nimêjê Mele Şukru bi Kurdî weaz dan û li ser heq û hiqûqê rawestiya. AMED: Li Amedê bi sedan welatî li Sûka Binerdê ya Selahattîn Eyyubî ya li Qada Deriyê Çiyê kom bûn û ref girê dan. Beriya nimêjê Mela Mehmet Alpayli li pêşiya girsê nimêj kir. Mele Alpayli bi Kurdî weaz dan û li ser qencî û xerabiyê rawestiya. Alpayli da zanîn ku hin parlementer tên Amedê nimêj dikin û wekî ku qencî û başî kiribin xwe didin xuyakirin, lê di rastiya wê de her tiştê wan li diji başî û qenciyê ye. Piştî weazan bi sedan kesan li pişt Mele Alpayli ninêj kir.
SÎLOPÎ: Li navçeya Sîlopiyê jî bi bi hezaran welatî di çarçoveya Nimêja Înê ya Sivîl de li baxçeyê Şaredariya Sîlopiyê kom bûn û ref girêdan. Endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê, jî di navde bi hezaran welatî kom bûn û li pişt mele Mele Hesenê Spindorki ref girêdan. Mele Hesenê Spindorkî bi Kurdî weaz dan û xwest musliman di nava aştî û aramiyê de pirsgirêka xwe çareser bikin"
CİZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî zêdeyî 3 hezar kes li pêş avahiya BDP'ê ya Cizîrê kom bûn û ref girêdan. Beriya nimêjê bi çend saet berê bi hezaran kes li qada nimêjê kom bûn. Ji ber secadeyan têra wilatiyan nekir, welatiyan li ser karton u tejikan nimêj kirin. Gelek jin jî beşdari nimêjê bûn û di refê nimêja înê de cihê xwe girtin. Mele Saît Ozdemîr bi Kurdî weaz da û piştgirî da çalakgerên gireva birçîbûnê.
Li navenda Şirnexê û Navçeya Hezexê jî nimêja sivîl ji aliyê hezaran kesan ve het kirin. Li vê derê jî operasyonên siyasî û leşkeri hatin şermnezaririn.
BÎSMÎL/FERQÎN: Li navçeya Bismîlê ya Amedê jî qada tenişta parqa Halîl Îbrahîm Oruç nimêja înê hat kirin. Bi sedan welati tev li nimêjê bûn û ref girêdan. Mele Mele Feyzî Yavuzkiliç li pêşiya girsê niêj kir û bi Kurdî weaz dan. Li navçeya Farqîn û Erxeniyê yên Amedê jî bi girseyî nimêja înê hatin kirin. Di nimejan de operasyon hatin şermezarkirin û xwestin her kes li dijî zulmê têbikoşe.
SÊRT: Li Sêrtê jî welatiyan ji ber rewşa hewayê sar li qatê jor yê avahiya BDP'a Sêrtê nimêj kir. Rêberên BDP'ê, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, endamên meclîsa şaredariyê jî di navde gelek welatî tevli nimêjê bûn. Mela Mehmet Polat bi Kurdî weaz da û pişt re jî welatiyan nimêja înê kirin. Li navçeya Misircê jî nimêj li kolana Beykentê hate kirin.
ÊLIH: Li Êlihê jî welatiyan li baçxeyê çayê yê Şaredariya Êlihê nimêj kirin. Bi sedan kes tev li nimêjê bûn. Endamê Komeleya Oldaran (DAD) Besim Bozkur bi Kurdî weaz dan. Girsê di dimêjê de operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir. Zêdebûna polîs û panzêran bal kişand ser xwe.
WAN: Li Wanê jî welatiyan li parqa şaredariyê nimêja înê kirin. Rêveberê komeleya meleyan Mela Cemal Demîr nimêja înê da kirin û berî nimêjê bi Kurdî weaz dan. Demîr bang yekitiyê kir û wiha got: "Divê tu kes li heberi neheqî û zulmê bêdeng nemînin. Divê xwîn û operasyon bi dawî bibin. Divê her Kurd li ziman û têkoşîna xwe xwedi derkeve.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî ji ber berfê û sermayê nimêja înê li avahiya BDP'a Colemêrgê hate kirin. Nimêj ji aliyê Mele Zekî Çiftç ve hate kirin. Bi Kurdî weaz hatin dayîn û operasyon hatin şermzarkirin.
NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbînê jî nêzi hezar welatî li Navenda Çandê ya Mitannî kom bûn û minej kir. Mele Huseyni Botî li peş girsê nimêj kir û bi Kurdî weaz dan.
SERÊKANİYÊ/WÊRANŞAR: Li navçeyên Wêranşarê û Serêkaniyê yên Rihayê jî bi hezaran kes kom bûn û nimêj kirin. Li avahiya BDP'ê ya Serêkainyê gelek kes kom bûn û nimêja înê kir. Melle Yasin Yilmaz bi Kurdî xutbe xwend û operasyon şermezar kir. Li pêş avahiya BDP'ê ya Wêranşarê jî bi sedan welatî kom bûn û ref girêdan.
MELEZGÎRT: Li navçeya Melezgîrtê ya Mûşê jî nimêja înê ji ber hewaya sar li avahiya BDP'ê hate kirin. Şaredarê Melezgîrtê M. Nuri Balci jî di navde gelek welatî kom bûn. Li vir jî weazên bi Kurdi hatin dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN