
Odeya Çalakiya Xezeba Firatê pêr li gundê Hecî Elî bi rêveberên 28 eşîrên Erep re civiya. Piştî civînê derbarê hamleyê de daxuyaniyek hate dayin. Nûnerên eşîran diyarkirin ku ew ji bo federaliya Sûriyeyê li hev kom bûne û bi hemû heza xwe li gel QSD’ê ne. Yek ji pêşengên eşîra herî mezin a herêmê ku 28 eşîrên Ereb di bin sîwana xwe de dihewîne “Wîzze” Musa Şêxî diyar kir ku gelek eşîrên li herêmê hatine cem hev, biratiya gel dixwazin û wiha axifî: “Ji bo em alîkariyê bidin QSD’ê me dest bi xebatan kiriye. Em ê di rojên pêş de bi daxuyaniyekê vê ragihînin. Hinek hêzên me jî tevlî operasyona Reqayê bûne. Ji bo em bajarê xwe ji DAIŞ’ê rizgar bikin em ê têbikoşin. Ji bo aştî û biratî bikeve nava axa Sûriyeyê pergalek tê avakirin. Em hatine ku bibin parçeyek ji vê pergalê.”
‘Em tovên xwîşk û biratiyê diçînin’
Ji mezinê eşîra Bîgara jî Kamîl Mihemed da zanîn ku gelê Kurd û Ereb li dijî zilma DAIŞ’ê hatina cem hev da ku bingeha biratiyê ava bikin û wiha pêde çu: “Em îro hemû yekin. Di bingeha vê yekgirtinê de em tovê biraytiyê diçînin. Êdî me tov çand, em bi vê baweriyê tên cem hev. Tu hêz nikare bikeve navbera me, xwestin me bikin dijminê hev lê bi ser neketin. Li ser vê axê pêwîstî bi aramiyê heye. Em dixwazin ku hemû kes vê baş bizanibe; em ê biratiya xwe bi pêş bixin.”
‘Em hêzê bidin pergala federaliyê’
Yek ji nûnerên eşîra Boasaf ku li herêma Tabka tê nasîn Xalid Abdullah jî wiha axivî: “Hemû eşîrên Erep wê ji bo pergala federal bên cem hev. Her kes dê cihê xwe di vê pergalê de bigire. Em wekî Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryanî hatin cem hev. Me li dijî zilmê serî rakir. Em dihizirin ku ev ji bo mirovahiyê pêngavek girînge. Ji ber ku bi salane em di bin zilma DAIŞ’ê de dijîn. Em QSD’ê pîroz dikin. Em minetdarê wane hem me hem jî bajarê me rizgar dikin. Ji bo ev berdewam bike tişta dikeve ser milê me em ê bikin. Ji ber wê em hemû gel dê bên gel hev û piştgiriya xwe nîşan bidin. Divê em ji vê pergalê hez bikin ji ber ku di vê pergalê de hemû gelên Sûriyeyê xwe dibînin.”
‘Tevlî QSD’ê bibin!’
Eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê piştgiriya xwe ya ligel şervanên QSD’ê anîn ziman û bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê li ciwanan kirin. Şêxê eşîreya El-Weze Seîd Mehmûd daxuyanî xwend û got, “Em bejna xwe li hember şervanên xwe ditewînin. Em bang li ciwanên herêmên rizgarkirî dikin ku beşdarî nava refên QSD’ê bibin.”
‘Em bi QSD’ê re ne’
Rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kirin ku Xezeba Firatê kom, hêz û eşîrên herêmê kirin yek. Her wiha tekez kirin ku hemû êlên herêmê heta dawî û bi hemû hêza xwe re piştgiriya şervanên Xezeba Firatê dikin.
Dewleta Tirk gelaciyê dike
Di nav rûspiyan de her wiha nûner û mezinên êla El-Weze ku yek ji mezintirîn eşîra Reqayê ye amade bûn. Têkildarî mijarê Şêx Îbrehîm Îsa El-Hindawî yê ji êla El-Henadî got: ʺEm îro bi nûner û mezinên êlên din re hatin cem hev. Me yekîtiya xwe ava kiriye da ku em ji çeteyên DAIŞʹê xilas bibin. Dewleta Tirk ji destpêka Hemleyê ve di nava hewldanan de ye ku Xezeba Firatê têk bibe. Ji bo vê yekê pêk bîne, berî demekê bi rûspiyên hin êlên Reqayê re civiyan û ji wan xwestin ku Xezeba Firatê asteng bikin. Ev kiryara dewleta Tirk niyeta wê ya ne baş diyar dike. Lê bila zanibin em hemû xwedî yek nêrîn in. Pîlana me êlan jî ew ku em piştî rizgarkirina Reqa herin Dêra Zorê û em rê nadin ku teror di xaka me de bimîne.ʺ
Xwîn me tevlîhev bûye
Şêx Celal Mehmûd El-Eyaf ê ji êla Bûesaf jî got ku Xezeba Firatê serketiye û wiha dom kir: ʺŞervanên Xezeba Firatê gelek destkeftî bidest xistine û DAIŞʹê li herêmê têk dibin. Destkeftî bi saya berxwedana şervanên ji hemû pêkhateyan pêk tê. Di Xezeba Firatê de xwîna Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din tevlî hev bû ye. Vê hemleyê hemû eşîre û pêkhate kirine yek.ʺ
Bi gefa çekan bi Tirkiyê re civiyan
El-Eyaf civîna hin eşîran bi dewleta Tirk jî re bibîr xist û wiha pê de çû: ʺTirkiyê dixwaze di herêmê de tevliheviyê derbixe û eşîrên hermê berdê hev. Bi darê zorê li bajarê Tebqa bi nûnerên hin êlan re civiyan û bi darê zorê civîn pêk anîn.”
Rizgarî nêzîk e
Şêxê Êla El-Bû Esaf Ubêd Xelîl Xelef El-Esaf destnîşan kir ku Hemeleya Xezeba Firatê erênî derbas dibe û wiha dom kir: ʺXezeba Firatê dê bargeha çeteyên DAIŞʹê hilweşîne. Serkaftina hemeleyê jî ew e ku hemû pêkhate bi hev re bûne yek û yekîtiya xwe ava kirine. Em ji hemû kesî re dibêjin ku şervanên Xezeba Firatê ji şêniyên herêmê ne. Şervanên herêmê dê di demeke nêzîk de bajarê Reqqa ji çeteyan rizgar bikin. Erka hemû eşîreyane ku piştiriya hemeleyê bikin.ʺ
Piştevaniyê bikin
Şêxê êla El-Tey Ehemed El-Seyda jî tekez kir ku ew pişgiriya Hemeleya Xezeba Firatê dikin û wiha dom kir: ʺEm bi hemû hêza xwe pişgiriya Xezeba Firatê dikin. Em bang li hemû welatiyan û endamên eşîreyan jî dikin ku bi hemû awayî piştigiriyê bidin Xezeba Firatê.ʺ
NAZİM DAŞTAN / DÎHABER